Fîgen Yuksekdag: Yaku hatî hilweşandin ne tenê peyîker hêviya aştiyê ye jî

09:53

Bêrîtan Elyakut / JINHA


AMED – Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag bûyerên vê dawiyê yên li Lîcê derketin hilweşîna peyîkerê yek ji fermandarên pêşeng yên PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) û di dema mudaxelekirina gel de qetilkirina Mehdin Taşkin nirxand û got: “Din ava Şehîdgeha Lîcê de yên k udi xwestin hêviyên aştiyê bi parêzin hebûn. Êrîş kirina ser goristanê tenê hilweşandina goristanê nîne, di heman demê de zarar dayîna hêvî û tekoşîna aştiyêye.”


Di 19’ê tebaxê de leşkeran êrîşî peyîkerê yek ji fermandarên pêşeng yên PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd) yê k udi 15’ê Tebaxê de li “Goristana Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed” ya li gundê Sîsê yê navçeya Lîcê ya Amedê hatî çêkirin kirin. Di encama êrîşa leşkeran ya ser gel de Mehmed Taşkin yê 24 salî jiyana xwe ji destda. Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag hêrsa dewletê ya li hemberî peyîkerê li Lîcê hatî çêkirin û berxwedana gelê Lîcê nirxand. Fîgen diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin de tenê leşkerekê jî jiyana xwe ji dest neda û wiha got: “Lê din ava vê pêvajoyê de 13 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Tenê aliyek yê siyasî kariye rolê xwe yê siyasî û mirovî bilîze. Aliyê dinê yanî dewlet û Hikumetê rê li pêşiya qetilkirina 13 welatiyan vekiriye û konseta xwe ya êrîşên siyasî xistine dewrê. Ev tuştek bê pejirandin nîne.”


‘Divê riya çareseriyê bê vekirin’


Fîgen da zanîn ku divê êrîşên piştî hilbijartinan weke tesadufek neyên nirxandin û wiha domand: “Hikumet difikire dê palîtîkaya xwe bi zorê bêxe meryetê û bi wî awayî bibe hêza çareseriyê. Lê baş tê dîtin ku hikumet bi wan nêzîkatiyên xwe yên teng temenê xwe kin dike. Divê rê li pêşiya çareseriyek ya gel dixwaze bê vekirin. Li aliyekê dibêjin ‘Em di pêvajoya çareseriyê de ketin merheleya duyemîn.’ Lê li aliyê dinê jî hîna xwînê dirêjin. Ev hişmendiyek bê pejirandin nîne. Ev tenê nebaldariyeke û di kevneperestiyê de îsrarkirine.”


‘Êrîşa Lîcê li hemberî nirxên gel hatiye kirin’


Fîgen destnîşan kir ku bûyera li Lîcê dide nîşandan ku bi hişmendiya dewletê çareserî nayê û wiha berdwam kir: “Gelê me ji bo çareseriyê ketine rê. Ev 30 salin di serî de gelê kurd tekoşîna aştiyê didin. Lê din ava vê tekoşîna 30 salan de gelek êş kişandine. Berî niha salek û nîvê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bangek kir û di encama wê bangê de pêvajoya çareseriyê despêkir. Ji bo xwîn bê rawestandin û ne mirin jiyan bipeyîve pêvajo hat despêkirin. Me dixwest pêvajo bi rêyên çareseriyê berdewam bike. Lê dewlet û hikumet bi rêyên layêqê xwe pêvajoyê asteng dikin.” Fîgen derbirî ku êrîşên li Lîcê nêzîkatiya dewletê ya li pêvajoyê radixe ber çavan.


‘Hişmendiya tarî xwe da dast’


Fîgen anî ziman ku bi êrîşa li Lîcê re hêzên tarî xwe dan dest û wiha pêde çu: “Êrîşî ser Peyîkerê Fermanda Egîd kirin. Lê em baş dizanin ku ev êrîş tenê ne li hemberî Peyîkerê Fermanda Egîde. Dixwazin gelên Rojhilatanavîn û hêviya gelê kurd ya aştiyê hilweşînin. Ev êrîş di demek ya ku ji nirxên gelan re rêz dihat girtin pêkhat.”


‘Dîroka gelê kurd li Lîcêye’  


Fîgen diyar kir ku dîrok û nirxên gelê kurd li Lîcê tên dîtin û got: “Li Şehîdgeha Lîcê berxwedana ku dixwestin hêviya aştiyê biparêzin hebû. Êrîş kirina ser goristanê tenê hilweşandina goristanê nîne, di heman demê de zarar dayîna hêvî û tekoşîna aştiyêye. Du roj berê li Lîcê ev hati jiyan kirin û ya herî bi êş jî eve.”


‘Xwestin hêviya gelê kurd bibînin’


Fîgen da zanîn ku dibin navê pêvajoya çareseiyê de pîlanên wan yên propaganda kirinê û temenê deshilatiya xwe dirêj kirinê heye û wiha got: “Hemu deskeftiyên heya niha pêşkêşî hemû gelên li Tirkiyê û partiyên siyasî hatikirin di serî de bi saya mîmarê pêvahoyê Birêz Abdullah Ocalan û gelê kurd hatine bi dest xistin. Din ava vê pêvajoya çareseriyê de tenê gelê kurd tuştek xwest; Ew jî sekna wan bê têgihandin û hêviyên aştiyê bên dîtin bû… Lê rewşên wiha, êrîşên siyasî vê sekna wan dide zorê.”


‘Divê êdî hikumet ji hilweşînê durkeve’


Fîgen destnîşan kir ku ji bo gelên êş kişandî hevu têbigihin pêdiviya wan bi hev hembêzkirinekê heye û wiha domand: “Tu ciwanên me yên k udi vê tekoşînê de jiyan xwe ji dest dane bê xwedî nîne. Gelê kurd dîsan jî li nirxên xwe xwedî derketin û dê derbikevin. Bangek ya me heye; ev nirx tenê ne yê gelê kurde, divê hemû rêveberiyên siyasî li van cihan xwedîderkevin. Wê demê dê aştiya rastîn çêbibe. Bila êdî hikumet ji polîtîkaya hilweşînê bigere, bila bê van dayîkên zarokên xwe wendakirî û êş kişandî himbêz bikin.”


 (zt)