Em jiyan dikin lê diya me?
09:56
Şêrîn Hiso- Melek yuksel/ JINHA
ŞIRNEX - Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên ser Êzidiyan weke gelek zarokên êzidî, du zarokên birayên hev yên bi navê Zikranê û Sûhêl jî ji malbata xwe qut bûne. Her du zarok jî xwe gihandine Silopyayê. Lê ser malbata xwe difikirin nizanin çî bi wan hatiye. Suhêl diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li ber çavên dayîkan serê zarokên wan jê dikirin û got: “Zarokên diketin destê çeteyên DAIŞ’ê qetil dikirin. Ne tenê zarok, jin, mêr û mirovên temen mezin jî dikuştin. zarok li ber çavên dayîkên wan serjê dikirin da ku dayikên wan li dû kuştina zarokên xwe ji dilşewatiya xwe bimirin.”
Li ser êrîş û komkujiên DAIŞ’ê bi sedan zarokên Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jî koçberbûn. Bi sedema vê penaberiyê gelek zarok ji dayîk û bavên xwe qut bûn. Zarokên bi navê Zikran û Sûhêl Adil ji destpêka êrîşên çeteyan heya niha dûrî malbata xwe ketine û tu agahî ji dê, bav xwîşk û birayên xwe ne stendine. Her du zarok jî li gel koçberên Êzidî hatine kampa penaberên Êzidi ya Silopiyayê. Zarokê 8 salî yê bi navê Zikran Adil û birayê xwe yê mezin yê 18 salî Sûlêl Adil ji destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser kurdên êzidî û vir de ji malbata xwe dûr ket û nema agahî ji hev girtin. Zikran diyar kir ku ew dixwaze a niha li ba dayîka xwe be û wiha got: “Ez nizanim dayîka min diji yan na. Min bêriya dayîka xwe kiriye. Ez dixwazim niha li cem dayîka xwe bim. Birayên min jî li wê mane, ez naxwazim çeteyên DAIŞ’ê wan bikuje.”
‘Malbata min nehat, ji ber ku birayên minê yên biçûk nedikarin çiya derbas bikin’
Zarokê 18 salî yê bi navê Sûhêl Adil ji navçeya Xedarê ye, ew jî bi birayê xwe Zikran re ji malbata xwe qut bûye, da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê komkujiyên hovane ser zarokên êzîdî pêk anîne û wiha axivî: “Dayîk, 3 bira, bav û xwîşkeke min li Xedarê mane ji ber ku paseportên wan tunebûn nekarîbûn sînor derbas bikin. Birayên min yên li dûv me mane , biçûk in, nikarin çiya derbas bikin û bi qaçaxî werin gel me. Dema ku me xwest em çiya derbas bikin û werin cihekî aram me bawer nedikir ku em bi saxî xelas bibin. Riya ku em pêde dihatin gelek asê û zehmet bû. Piştî çeteyên DAIŞ’ê Mûsil vegirtin rewşa ewlehiyê xerab bû. Ji ber ku Şengal girêdayî Mûsilê ye, malbata min ne ji Mûsilê ne jî ji Herêma Federal ya Kurdistanê nikarîbûn paseportan bistîne.”
Dixwazin nifşê nû yê êzidiyan tune bikin
Sûhêl di axaftina xwe de bal kişand ser tunekirina Kurdên Êzidî û wiha pêde çû: “Ez dixwazim rojek berî rojekê em û malbata xwe bên ba hev, xwesteka min ji rayedaran ew e ku dayik, bira, xwîşk û bavê min bigehînin me. Dema ku em ji bajêr derketin, zarokên diketin destê çeteyên DAIŞ’ê qetil dikirin. Ne tenê zarok, jin, mêr û mirovên temen mezin jî dikuştin. Zêç û zarok li ber çavên dayîkan wan serjê dikirin. Çeteyan bi taybetî zarok dikuştin, da ku dayikên zarokan li dû kuştina zarokên xwe ji dilşewatiya xwe bimirin. Dîsa dixwestin bi kuştina zarokan Êzidiyan tune bikin û piştî van zarokan êdî nifşekî nû yê Êzidiya ji holê rakin.”
(Şh-my/zt)

