Elewî: Emê desturê nedin qirkirinan
11:42
Zehra Dogan/JINHA
STANBOL – Endamên Komeleya Elewiyan bertek nîşanî qirkirina ku li Şengalê hatî kirin dan û qirkirina Şengalê şibandin qirkirina sala 1938’an li Dêrsimê hatî kirin û gotin: “Êdî tehmûla me ya li hemberî lîstina hikumetê ya rolê sê meymûnan. Em destur nadin qirkirinek din bê jiyîn.”
Endamên Komeleya Elewiyan diyar kirin k udi Rojhilatanavîn de dixwazin kurdan, Elewî û Êzidiyan qetilbikin û wiha gotin: “Yaku îro bi serê Êzidiyan tê dikare sibê bi ser Elewiyan jî bê. Divê em demek ji ya dinê zutir bikevin nava hewildanan.”
Di serî de li Rojava, Mexmûr û Şengalê çeteyên DAIŞ’ê ser gelên Rojhelatanavîn qirkirinan dikin. Li gel ku welatiyên Êzidî dest bi meşa ‘reva ji mirinê’ jî bêdengiya hikumeta Tirkiyê ya li hember DAIŞ’ê bertekan zêde dike. Elewiyan dan zanîn ku dîmenên qirkirina Şengalê ji qirkirina Dêrsimê ya 1938’an ne cudaye û wiha domandin: “Êdî tehmûla me ya li hemberî lîstina hikumetê ya rolê sê meymûnan. Em destur nadin qirkirinek din bê jiyîn.”
‘Dewlet hewil dine ser qirkirinan bigire’
Endamê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal ya Elewiyan Nazmiye Guzel jî bertekên xwe wiha anî ziman: “Qirkirinên tên jiyankirin encama polîtîkayên bi salanin ser gelên Rojhilatanavîn tên meşandinin. Êrîşên DAIŞ’ê ser Rojavca ne tesadufin. Ji berk î alîkariya DAIŞ’ê dike em baş dizanin. Pir baş tê dîtin ku êrîşên çeteyan ser Rojava ji bo tunekirina şoreşa li wê bin pêşengiya jinan de mezin dibiye. Em şoreşa jinan ya Rojava û gelê Şengalê yên li hember vê li ber xwe didin silav dikin. Dewlet hewil didin ku serê qirkirinan bigirin. Ji ber wê jî dewletê tucarî nexwest qirkirinên 38’an yên weke Madimak, Gurgum û Çorumê ronîbike. Ji van ceribandinên dîrokê yên bi serê me hatî em baş dizanin ku bê bertekbûna wan ya li hemberî qirkirinên DAIŞ ser gel dikin ji ber çiye û em baş dixwînin.”
‘AKP DAIŞ’ê bi hêz dike’
Endama Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal ya Elewiyan Zeyneb Yildirim jî got: “Niha belayek DAIŞ’ê ya ku AKP’ê avakirî heye. AKP DAIŞ’ê bi hêz dike.” Zeyneb diyar kir ku hêzên emperyal û emperyalîst DAIŞ avakirin. Niha jî gihiştiye astek wiha ew bi xwe jî nikarin pêşî lê bigirin. Zeyneb da zanîn ku ji ber AKP bi destê xwe DAIŞ’ê bihêz dike ji ber wê jî dema ku DAIŞ’ê êrîşî tirkmenan jî dikirin weke ji nedîtîve lê dinêrîn û dengê xwe dernedixistin û wiha got: “Dê AKP çî bêje? Bi xwe goştê xwe dît. Ya ku îro tê serê Êzidiyan dê sibê bê serê Elewiyan jî. Divê em demek ji ya dinê zutir li hemberî van hêzan tekoşînê bilind bikin. Yan jî dema DAIŞ derbazî Tirkiyê bû dê dest û lingê me bê girêdan.”
‘DAIŞ pirsgirêkek ya mirovahiyêye’
Cîgirê Berpirsê Gişti yê Fedresyona Baweriya Bektaşi ya Elewiyan Pîr Bakî Duzgun jî da zanîn ku DAIŞ berdewamkirina polîtîkaya hêzên deshilat ji demboriyê heya niha ya ser Rojhilatanavîne û wiha got: “Hêzên deshilat duh hêzên Şeyhulislam bûn. Paşê vê hêzê navê Osmaniyan girt. Niha jî AKP heman kevneşopiyê dişopîne. Bê guman niha têkiliya DAIŞ’ê tenê ne ne bi AKP’ê reye. ABD û hêzên weke AKP’ê din ava hevkariyê denin hemû bi hev re alîkariyê didin DAIŞ’ê. Yên ku alîkariyê didin DAIŞ’ê armanca wan weke daxwazên xwe Rojhilatanavîn bi rêvebirine.”
Bakî destnîşan kir ku armanca hêzên deshilat ya sereke di Rojhilatanavîn de dewletek biçuk avakirin. Din ava wê de kurd, Êzidî, Suryanî, Elewî û wekedinê gelan kom kirin û xistina bin deshilatiya xweye û wiha domand: “Dema ku nekarîn bi wê pîlanê gelan bêxin bin deshilatiya xwe vêcarê jî dest bi avakirina komên çete kirin. Mînakên vê z uzu li ber çavan tên dîtin. Hêzên deshilat li Rojhilatanavîn weke gel kurdan û weke bawerî jî Elewî û Êzidiyan hedef digirin û tune dikin. Ji van qirkirinan re gotina raweste li aliyekê danin mirovan xwe li hemberî van qirkirinan ker kiriye. Bi vî awayî em hatine rewşek wiha ku êdî ne di ferqa mafê xwe yê jiyanê denin.” Bakî balkişand ser êrîşên DAIŞ’ê tayîbetî ser nijad û baweriyan û wiha berdewam kir: “Ji ber wê jî tenê pirsgirêka DAIŞ’ê ne ya Êzidî, Elewî yan jî Xiristiyanaye. Ev pirsgirêkek mirovaneye.k”
‘Divê em mil bidin milê hev û tekoşînê bikin’
Serokê Şaxa Komeleya Pîr Sultan Abdal ya Pendik ê Karabey Diktaş jî got: “ji xwe tê zanîn kî alîkariya DAIŞ’ê dike. Divê em vê paş de nehêlin û hem dest bi tekoşînê bikin.” Karabey balkişand carekedinê li Tirkiyê zindîkirina çîna karkeran û wiha got: “Divê em carekedinê giyana 1980’an li Tirkiyê zindî bikin. Divê carekedinê partiyên çep û sosyalîst bên bahev. Divê partiyên sosyalîst hemû mil bidin milê hev û bi hev re tekoşînê bilind bikin. DAIŞ êrîşî hemû gelên ku jiyana demokratîk diparêzin dikin. Divê ev baş bê dahurandin. Ji ber wê jî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê divê tekoşîna gelan ya çînî despêbike.”
(zt)

