Heyeta HDP’ê biçe Qendîlê

11:49

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta HDP'ê ya ku bi Ocalan, heyeta dewletê û qandilê re derbarê "pevajoya çareseriyê" de hevdîtinan dike, piştî hevdîtina bi Ocalan re ya 15'ê Tebaxê û beriya wî ku heyeta dewletê re jî hevdîtinên berfireh pêk anîbûn îro derbarê Hewlerê dibe dê ji wir jî, da ku bikaribe derbarê geşedanan de danûstandina bike biçe Qandilê.

Heyeta HDP'ê ku di 15'e Tebaxê de bi Ocalan re hevdîtinên girîng kiribû û beriya wî jî bi rêyedarên dewletê re hevdîtinan li darxistibû ji bo nirxandina geşedanan îro derbarê Hewlerê dibe. Heyet, dê ji wir jî biçe Qandilê û çav li rê ye ku sibê bi rêyedarên KCK'ê re rûnê. Di hevdîtinan de dê derbarê hevdîtinên bi Ocalan re çavdarî û agahiyên ku di dest de ne bên parvekirin û daxuyaniya Ocalan ku gotibû, "em gihîştine merheleya ku emê bikaribin bi diyalogan bikaribin şerên 30 salî bi dawî bikin" bên nirxandin. Her wiha heyet dê li gel vê yekê derbarê hevdîtinên bi rayeradên dewletê re jî bi rayedarên KCK'ê re parve bikin. 

Heyet piştî hevdîtinên ku bike tê hêvîkirin ku dema vegeriya derbarê geşedanen de daxuyaniyek bide raya giştî. Piştî ku heyet vegeriya dîsa tê texmînkirin ku beriya 1'ê Îlonê cardin heyet biçe grevê û bi Ocalan re geşedanan bi nirxîne. 

(zt)