Berxwedana karkerên ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin di roja 284’an de ye
09:47
Karkerên ji ber ku bûn endamên sendîkayê ji kar hatin derxistin, berxwedana xwe di 284’an de li ber fabrîqeyê didomînin. Karkera Savranoglu Derî, ya bi navê Şerîfe Danaci dibêje, “Sektora çerm, sektoreke ku bi piranî zilam dixebitin e. Me jinan, ji bo hebûna di vê sektorê de, têkoşîna xwe meşand”, karkera bi navê Esra Baysal jî dibêje ku hebûna jinan a di vê berxwedanê de, têkoşîna wan xurt kiriye.
Pelîn ÎKTUEREN- JINHA
ÎZMÎR – Karkerên ji ber ku bûn endamên sendîkayê ji kar hatin derxistin, berxwedana xwe di 284’an de li ber fabrîqeyê didomînin. Karkera Savranoglu Derî, ya bi navê Şerîfe Danaci dibêje, “Sektora çerm, sektoreke ku bi piranî zilam dixebitin e. Me jinan, ji bo hebûna di vê sektorê de, têkoşîna xwe meşand”, karkera bi navê Esra Baysal jî dibêje ku hebûna jinan a di vê berxwedanê de, têkoşîna wan xurt kiriye.
Karkerên di Fabrîqeya Çerm a Savranoglu ya li Navçeya Menemen a Îzmîrê de dixebitîn, ji ber ku di Sendîkaya Derî Îş a girêdayî TURK-ÎŞ’ê de birêxistin bûne ji kar hatine avêtin. Karker, ev 248 roj in ku li ber fabrîqeyê kon vegirtine, bişev û biroj têkoşîna xwe didomînin. 38 kesên li hemberî şertên xerab ên xebata li fabrîqeyê birêxistin bûne, bi hinceta ku bûne sendîkayî, ji kar hatine avêtin. Rayagiştî ev demeke dirêj e şahidiya vê berxwedana karkerên Savranoglu Derî, ya didome, dike. Karker di konên li ber deriyê fabrîqeyê danîne de, li hêviya vegera ser karê xwe ne. Serokê Sendîkaya Derî-Îş’ê Makum Alagoz dibêje ku “Ev têkoşîn tenê lêgerîna mafên sendîkayî nîne. Em di mercên gelek cuda de li ber xwe didin. Ev têkoşîn, têkoşîna zarokên ji dayîk û bavên xwe dûr dimînin e. Ev têkoşîn, têkoşîna zarokên me yên di kona berxwedanê de mezin dibin e.”
‘Heta ku em mafên xwe nestînin em nasekinin’
Yek ji karkerên di grevê de ne jî, Esra Baysal e. Esra bi bîr dixe ku berê dema ji malê derdiketin, ji bavê xwe destûr digirtin û bi asta îro hatine re, tîne ber hev. Esra wiha dibêje: “Niha me sekneke wisa nîşan daye ku, em zane bûne. Em ji bo mafên xwe, bişev û biroj di vê konê de ne. Em bûn sendîkayî, ji kar hatin avêtin. Heta ku em mafên xwe paşve negirin, heta em venegerin ser karê xwe, em ê dev ji vê têkoşîna xwe bernedin.” Esra diyar dike ku karker ji şertên xerab ên fabrîqeyê bi gazinc in. Esra, dide zanîn ku ji ber fabrîqe hewa nastîne, ji sedî 80’yê karkeran bi nexweşîna xizokê (astim) ketine. Esra, li ser bandorên neyînî yên madeyên kîmyewî ya li ser tenduristiya karkeran radiweste û wiha didomîne: “Zarokên me çênabin. Gelek ji me, piştî dermankirineke dirêj bûn xwedî zarok. Jinên ku zarokê wan çêdibin jî, di dema ducaniya xwe de, di nav rîsk û tirsa ku dê zarok ji ber wan here de ne.” Esra, tîne ziman ku hebûna jinan a di vê berxwedanê de, têkoşînê xurttir dike.
‘Ji bêhna pîs, me nikaribû xwarin bixwin’
Esra, destnîşan dike ku ji ber li fabrîqeyê amûrên hewagirtinê tunene, ji bêhna çerm û tiştên kîmyewî, nikaribûne xwarinê bixwin. Esra, diyar dike ku piştî ji kar hatiye avêtin, qelew bûye û zext û zora ku karbidest li karkeran dike, bi van gotinan tîne ziman: “Li hundir ne bijîşk heye, ne jî revîr. Karkerên ji ser hişê xwe diçin, di halê xwe de dihêlin. Nexweş ketin jî qedexe ye. Dema ku dê tiştek bê barkirin, patron dibêje ‘Bila tu kes nexweş nekeve, em ê bar bikşînin” ji karkeran re.”
‘Bermayiyên kîmyewî tevlî avê dibin’
Karkera bi navê Sevîm Ozcan, tîne ziman ku di fabrîqeyê de, di nav gelek madeyên kîmyewî de dixebitin. Sevîm, dide zanîn ku ev bandoreke xerab li tenduristiya wan dike, dest û ruyê wan tev dibin birîn. Sevîm radigihîne ku fabrîqe her roj nêzî 900 ton (900 hezar kîlo) ava bermayî li derdorê belav dike. Sevîm, dide zanîn ku fabrîqe hem xwezayê, hem jî tenduristiya mirovan dike xeterê. Sevîm, ji ber ku digel hemû nerazîbûnên wan rayedaran li hemberî vê yekê sersarî kirine, bi gilî û gazinc e. Sevîm, wiha dibêje: “Bi van avan, fêkî û sebze tên avdan. Ev fabrîqe bi her awayî zirarê dide derdora xwe. Em têkoşîneke hem sendîkayî, hem jî ekolojîk dimeşînin. Em ê biserkevin. Em berxwedana xwe bi biryardarî didomînin. Sendîkayîbûn, xurtbûyîn e. Divê hemû karker sendîkayî bin û li hemberî zilma karbidestan, bibin yek.”
‘Ji bo kedkariya kedê bidawî bibe em bûn sendîkayî’
Sevîm, tîne ziman ku di rojên berxwedanê de û di demên xebatê yên mercên xirab de, gelek zehmetî kişandiye. Sevîm wan rojan wiha bibîr tîne: “Di vê demê de ji keça xwe pir dûr mam. Min hindik zehmetî nekişand, lê bila be. Ez ji bo pêşeroja zaroka xwe liberxwe didim.” Karkera bi navê Serîfe Danaci jî, li ser girîngiya birêxistinbûna sendîkayî radiweste û dibêje “Sektora çerm, sektoreke ku bi piranî zilam dixebitin e. Me jinan, ji bo hebûna di vê sektorê de, têkoşîna xwe meşand. Ji bo em pere qezenc bikin, digel hemû şertên neyînî yên fabrîqeyê, digel ku em 36 saetan dixebitîn jî, me li ber xwe da. Me sebir kir. Lê ji bo ev kedxwarî biqede, em bûn sendîkayî.”
Fotograf: Pelîn ÎKTUEREN
(pi/hp/xo)

