Jin: Em dixwazin bi roja xwe re li ser siferyê bên bahev
13:40
JINHA
STENBOL - Platforma Azadiya Ocalan a Ji bo Aştiyê û DOKH’ê daxuyandin ku ew ê di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de di meha îlonê de gelek çalakiyan li dar bixin û di meha fînalê de bi ruhê seferberiyê xebatên xwe bidomînin.
Platforma Azadiya Ocalan a Ji bo Aştiyê û Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) têkîldarî kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Komeleya Jinan a Gokkuşagiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji Platforma Azadiya Ocalan Zubeyde Teker û endamên DOKH’ê bişdarî daxuyaniyê bûn û li salonê posterê Ocalan hate daliqandin. Aktîvîsta DOHK’ê Burcu Şahînel daxuyanî da û bal kişand li ser pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha got: “Di ev rojên ku bêçalakîtî vegeriyaye muzakereyan hin derûdorên di nava dewletê de bi provokasyonan aloziyê pêş dixin ji ber vê yekê jî em dixwazin hikûmet bi berpirsyarî tevbigere.”
‘Hikumet berpirsyariyên xwe nayîne cîh’
Burcu daxuyand ku ew ji bo şert û mercên Abdullah Ocalan, tenduristî û azadiya wî ev demeke dirêj e çalakiyan li dar dixin lê heta niha hikûmetê têkîldarî mijarê tiştek nekiye. Burcu wiha berdewam kir: “Heta ku hikûmet gava neavêje im dibêjin ku muzakere dê baş nemeşe û aştiya mayînde pêk neyê.”
‘Dê çalakiyên me berdewam bikin’
Burcu da zanîn ku ew ê di meha îlonê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan rêzeçalakiyan li dar bixin û ji bo vê yekê biryar girtine. Burcu diyar kir ku ew di meha îlonê de di binê nave “Em bi Roja xwe re di sifreya xwe de tên ba hev” çalakiyan li dar bixin. Li Tirkiye û Kirdistanê şahî, pêşandanên fîlman û foruman li dar bixin û bi van çalakiya daxwaza azadiya Ocalan bînin ziman. Burcu got ku ew ê di 28’ê tebaxê de lig elek navendan bi çalakiyên zincira mirovan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin.
Banga bi giyana seferberiyê tevlî kampanyayê bûyînê
Burcu xwest di serî de jin hemû raya giştî bi rûhê seferberiyê bi awayeke xurt beşdarî kampanyayê bibin.
(zt)

