Din ava mudurên nû hatîn dabînkirin de yên Egitim-Sen'ê nîne!
08:59
Handan Tufan / JİNHA
İZMİR –Berdevkê demê yê KESK’ê yê Îzmîrê Îdil Ugurlu diyar kir k udi nava mudurên sala nû ya perwerdê li Tirkiyê de tu mamostayên Egîtîm-Sen ê nîne, ev jî bi giştî şêweyek derecedayîna lig ora AKP’ê ye û got: “Ev pergalek ya alîgirê xwe dabînkirine. Ev bi giştî girêdayî qadrobûna wane.”
Lîsteya ku Mudurên Navendan bi mereq li bendê bûn hat diyar kirin. Weke tê zanîn her sal beriya vebûna dibistanan lîsteya mudurên dibistanan tên diyar kirin. Heger mudurê dibistanê li jêrî 75 dereceyan bigire, wê demê muduriya wan dikeve. Lê Mudurê Navendê yê Perwerdê li gorî kîjan karekteran van derecan didin nayê zanîn. Li aliyê dinê jî din ava mudurê dibistanan yên îsal de nebûna mamostayên Egîtîm–Senê balê dikişîne. Girêdayî mijarê Berdevkê demê yê KESK’ê yê Îzmîrê Îdil Ugurlu balkişand ser vê sazumaniya perwerdê ya sala nû û wiha got: “Em li dijî vê derecedayîna hatî kirinin. Ji ber divê mudurê dibistanan ji aliyê têkela dibistanan ve bên hilbijartin.”
‘Ev kirinane ne tesadufin’
Îdil wiha berdewam kir: “Karê ku berî niha AKP’ê li emniyet û darazê dikir niha jî li dibistanan dike. Me texmîn ne dikir ku dê bi rewşek wiha ya dereceyan derkevin pêşiya me. Ev pergalek ya alîgirê xwe dabînkirine. Ev bi giştî girêdayî qadrobûna wane.” Îdil tehdîdên weke “Ji sendîkaya xwe îstifa bikin” bi bîrxist û da zanîn ku eva ku niha dixin meryetê ne tesadufeke.
‘Em ji sendîkayan dipirsin’
Îdil destnîşan kir ku divê dereceyên ku muduran girtî bi awayek şefaf bihatana diyar kirin û wiha domand: “Di encama dereceyên ku derketine de dereceyên muduran lig ora sendîkayên wan hatiye dayîn. Heger hun dirist û adîlin wêdemê vana diyar bikin. Ev derece lig ora çî hatiye dayîn. Ji xwe ew perrormans û asta têkiliyên hevalên me yên mamosta nizanin.”
(zt)

