Tekoşîna jiyanek nû ya Şengaliyan
09:03
Zinarîn Aydin / JINHA
DÊRIK – Bi hezaran kurdên Êzidî ji ber êrîşên DAIŞ’ê reviyane û belavî gelek deveran bûne. Hejmarek mezin ji wan jî hatine Rojava û di Qampa Newroz de bi cîh bûne. Bi alîkariya kurdên Rojava û rêxistina TEV-DEM’ê tevayî pêdiviyên wan tên dabîn kirin. Kurdên Êzidî li gel zehmetiyên bedenî û derûnî ku jiyan kiribûn niha tekoşîna berdewamkirina jiyaneke bi moral û asayî didin.
Kurdên Êzidi yên ku ji ber êrîş û qetluamên DAIŞ'ê reviyane, hejmareke mezin ji wan hatibûne Rojava, niha di Qampa Newroz de bi cî bûne. Jiyana qampê bi alîkariya kurdên Rojava û rêzistina TEV-DEM'ê tê bi rêxistin kirin. Ji bo ku tevayî pêdiviyên wan bên danîn kirin di kantona Cizîrê de ji her bajarekê alîkarî tê kom kirin û li ser wan tê belav kirin. Kurdên Êzidî piştî ku bi rojan şerê hebûn û nebûnê dan û di beden û hestên xwe de êş jiyan kiribûn. Niha ji bo jiyaneke nû tekoşîn dikin û hewildidin ku careke din asayî jiyan bikin.
Li ser pêdiviyên jiyana wan tê rawestandin
Ji bo her malek ya Êzidiyên di Qampa Newroz de hatine bi cîh kirin kon hatiye vedan. Li hemberî şertên zivistanî jî ji niha de amadekarî dikin. Ji bo ku demsala zivistanê bi pirsgirêka heriyê re zêde ru bi ru nebin derdora konan tê xîz kirin. Di hindirê qampê de rêvebiriyek ji xebatkarên rêxistina TEV-DEM’ê hatiye bi cî kirin. Ew rêveberî ji bo rêxistinkirina jiyana qampê hatiye erkdar kirin. Di nava qampê de ji bo ku ji her malekê re nêzîk be kon û ciyên pêdiviyan hatiye amedekirin û alîkariya ku ji bajaran tê komkirin li van ciya tê danîn. Navê tevayî kesên ku di qampê de jiyan dikin hatiye nivîsandin û her roj di saatên sibehê de ji bo ku her kesek pêdiviyên malbatên xwe yê weke xwarin, vexwarin, li xwe kirin xwe şuştin û batanî, li gora hijmara malbatê bigre li van ciyan kom dibin.
Şertên ewlekarî û tendurustiyê
ji bo ewlekariya qampê hêzên asayişê li derdora qampê bi şev û roj newbetê digrin. Her kesî derbasî qampê nakin ne ku destûra wan ji aliyê rêvebiriya qampê ve bê dayîn. ji bo pêdiviya elektirîkê matoreke mezin hatiye danîn li derdora matorê jî ji bo ku zarok xwe nêzîkî elektirîkê nekin dîwarê çîmento hatiye çêkirin. Kurdên Êzidî ji ber ku çend roj bê xwarin û vexwarin mabûn piranî zarok gelek ji wan nexweş ketine. Ji bo tedawî kirina wan di hindirê qampê de ciyê mayena nexweşan hatiye çêkirin, bijîşk jî li wê dimînin û li gora rewşa nexweşan derman tê dayîn. Nexweşên ku rewşa wan giran dişînin nexweşxaneyên bajarê Dêrikê û li wê dimînin heya ku baş dibin. Bi zarokên biçûk re an dayik an bav yan jî xizmên wan ên nêz bi wan re diçin.
Jiyana wekhev bingeh digirin
Ji bo ku şertên jiyanê di qampê de bê baş kirin li gorî feraseteke wekhev tevgerkirin esas tê girtin. Ji bo pêwîstiyên paqijiyê ciyê şuştinê yê jinan, zarokan û mêran her yek cuda hatiye çêkirin. Ji ber ku av bi qazanên mezin yê avê ji bajarê dêrikê ji wan re tê şandin, di şuştina zarokan û ya çekan de tevayî jin bi hev re li ciyê şuştinê kom dibin. hinek ji wan avê dikşînin, hinek ji wan çekan dişon, hinek ji wan jî serê zarokan dişon û piştre jî yê xwe dişon. Di demên nîvro de mêr li hev kom dibin û nîqaşan dikin. Zarok jî ji xwe re dileyzin û dema ku kamera dibînin tiliyê xwe bi îşareta serkeftinê radikin û têne pêşiya kamerayê. Di saetên şevê de jî her kes ji bo ku li televizyonê guhdar bike di meydaneke fireh de kom dibin û bi mereqa nûçeyan li Ronahî TV guhdar dikin.
(za/zt)

