Dê di akademiya Deniz Firad de bi hezaran Deniz bên gihandin
10:42
Gulşen Koçuk / JINHA
COLEMÊRG – Deriyê “Akademiya Jinên Azad ya Şehîd Deniz Firad” ya kul i Geverê hatî vekirin, hema deriyê xwe ji jinan re vekir. Jinên k udi nava xebatên akademiyê de cîh digirin tax tax, gund gund digerin diyar diyar dikin ku dê perwerdeyê bidin. Jinan diyar kirin ku dê zayendiya civakî û tekoşîna jinan bilind bikin. Zana Kiliçoglu da zanîn ku êrîşa hember Deniz Firad hatî kirin li hemberî hemû jinan hatiye kirin û got: “Emê di akademiyê de bi hev re tekoşîna Deniz, Sarya, Bêrîtan û Zîlan bi hêz bikin. Emê bi hezaran Deniz bigihînin.”
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 20’ê Tebaxê de li ber Cihê Kar yê Orîent ê bi navê Rojnameger Deniz Firad (Leyla Yildiztan) ya k udi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dayî bi merasîmekê akademiyek ya jinan hat vekirin. Piştî merasîma vekirinê akademiyê hema deriyê xwe ji jinan re vekir. Jinan armac kirine di “Akademiya Jinan ya Şehîd Deniz Firad de” tekoşîna jinên kurd bidin nasîn, ji bo wê jî li hemû gund û taxan digerin û dê perwerdeyê bidin. Jinên di avakirina Akademiya ku dê di Geverê de hişmendiya jinan civakî bikin de cîh girtîn qala xebatên xwe kirin.
‘Em dixwazin jinên weke Deniz bi cesaret ji nava me derkevin’
Hevseroka Meclisa Taxa Dizaliyê Gişver Yilmaz ya k udi vekirina “Akademiya Jinan ya Şehîd Deniz Firad ” de cîh girtî diyar kir ku vekirina akademiyê ew memnun kirine. Gişver da zanîn ku xebatên akademiyê xebatek pîroze û wiha got: “Em dixwazin ku jinên weke Deniz Firad bi hêz ji nava me derkevin.”Gişver destnîşan kir ku ew ji jiyana xwe dest dana Deniz Firad gelek bandor bûne û ji ber wê jî navê akademiya xwe “Deniz Firad” danîne û wiha domand: “Ji ber Deniz Firad ji nava meç u em gelek xemgîn bûn. Wê ava Şehadetê vexwar. Em dixwazin jinên mîna wê cesaret ji nava me derkevin. Em dixwazin li vêderê jin îdeolojiya xwe binasin û li ser vê xebatên xwe pêşbixin.”
Gişver derbirî ku ew dixwazin hemû jin bên akademiyê û dê ji bo wê hemû jinan agahdar jî bikin. Gişver balkişand ser giringiya xebata akademiyê û xwest hemû jin li akademiyê xwedî derkevin.
‘Armanca akademiyê bilindkirina tekoşîna jinane’
Aktîvîsta jinan Zana Kiliçoglu girêdayî armancên akademiyê axivî û balkişand ser tekoşîna jinan ya bi tekoşîna netewiya kurdan re pêşketiye. Zana pergala kaputalîst ya ku pêşî li qirkirinên jinan pêşdixe bibîrxist. Zana diyar kir k udi hilbijartinê de jinan bi pergala hevserokatiyê bersiv da pergala kaputalîs ya ku dibe sedema qirkirinên jinan. Zana da zanîn ku dê vê pergala xwe heya nava taxan jî bibin, ji bo wê jî pêdivî bi xebatên akademiyan heye û got: “Dê Akademiya Jinan ya Şehîd Deniz Firad tekoşîna jinan bilind bike.”
‘Ne tenê Deniz wan hemû jin hedef girtine’
Zana sedema navê akademiyê jî wiha nirxand û wiha got: “Ji ber Deniz Firad ji zarokatiya xwe heya niha din ava tekoşîna azadiyê de cîh girtiye. Wê şahidî jig elek dem û kêliyên dîrokî re kiriye. Ji ber wê jî ew yek ji hevalên ku zêdetir jinan bandor bike û xebatên wan ber bi pêş bibeye. Ji ber wê jî divê jin gelek bixebitin, dakevin qadan û li hemberî pergala kaputalîst tekoşîna xwe bilind bikin. Li Rojhilatanavîn şerek yê qirêj ku ji aliyê DAIŞ’ê ve tê birêvebirin heye. Dema ku Deniz Firad li wê xebat dikir bû hedefa êrîşên DAIŞ’ê. Di rastiyê de ne tenê Deniz Firad hemû jinan hedef digirin. Em weke jin vê dibêjin: Bila pergala êrîşkar û qirkirinê dike bizane dê ji nava vê akademiyê bi hezaran Deniz Firad derkevin.”
‘Armanca me di her aliyî de bi hêz kirina jinane’
Zana destnîşan kir ku armancek dinê ya akademiyê jî pêşkxistina hişmendiya zayendiya civakiye. Zana derbirî ku dê bi zêdekirina van perwerdeyan jin karibin li herderê tekoşînê bikin û xwe perwerde bikin û wiha domand: “Emê din ava akademiyê de zayendiya civakî bixin nava lêpirsînê û di heman demê de emê weke jin civakê bixin nava lêpirsînê. Ji derveyî zayendiya civakî emê di akademiya xwe de dîroka tekoşîna jinan jî bidin. Emê hewil bidin di her navendê de bilindkirina tekoşîna jinan pêşbixin. Emê li her derê jinan bi hêz bikin ku ew jiyana pergala heyî ser jinan hatî ferzkirin bê şikandin. Armanca me ya bingehîn jî lîstina rolê xwe yê ku Rêberê me daye me. Gelek Şehîdên me yên weke Sakîne, Deniz, Bêrîtan û Zîlan lig elek cihan ev rol lîstine.”
‘Dê şerê me îdeolojîk bibe’
Zana anî ziman ku DAIŞ’ê bi lêxistina Deniz li hemû jinan xistiye emê wek jin soza li her derê bilindkirina tekoşîna jinan bidin û wiha berdewam kir: “Emê bi tekoşîna xwe ya piratîkî re herî zêde bi îdeolojîk şer bikin. Emê weke jin li hemberî qirkirinên DAIŞ’ê destê xwe bidin hev û li her derê tekoşîna xwe bilind bikin. Zana diyar kir k udi kesayeta Deniz de akademi ser navê hemû şehîdên jin yên tekoşîna azadiyê hatiye vekirin, ji ber wê jî emê di akademiyê de jiyana hemû jinên tekoşînê didin bi hemû jinan re par bikin.
Zana got: “Emê bi akademiya xwe re tekoşîna Deniz, Sara, Bêrîtan û Zîlan bi hêz bikin. Me bi navê Deniz Firad akademiyek vekir. Armanca me li vê derê bi hezaran Deniz gihandine. Ji bo bilindkirina vê tekoşînê em li bendêne hemû jin beşdarî akademiya me bibin.”
(zt)

