Xwendekarên Şengalê: Xeyalên me bombe kirin

10:51

Şêrîn Hiso – Melek Yuksel /JINHA


ŞIRNEX- Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ser Mûsilê, Zanîngeha Mûsilê ji ber xerab bûna rewşa ewlehî hat girtin. Xwendevanên Şengalî yê ku li zanîngeha Mûsilê dixwendin neçar man ku dev ji xwendina xwe berdin. Xwedekara Zanîngeha Mûsilê ya bi navê Emanî Xeyrî diyar kir ku: “Çeteyên DAIŞ’ê ji bilî tawana komkujiyên xwe, hêvî û xeyalên me ji pûç kirin.”


‘DAIŞ’ê keda me ya salan di avê de berdan’


Jina ciwan ya bi navê Emanî Xeyrî  ya ku Xwendekara pola 3’emîn a Beşa Biyoloji ya Zanîngeha Mûsilê anî ziman ku ketina çeteyên DAIŞ’ê ya Mûsilê bû sedema têkçûna keda xwendekaran ya salên dirêj û wiha pêde çû: “ Gelek hevalên min yê zanîngehê ji wan re ezmûnek yan jî 2 Ezmûn mabû da ku zanîngehê  biqedînin lê ji ber ketina DAIŞ’ê ya Mûsilê xwendekar nikarin xwendina xwe berdewam bikin. Hevalên min wêneyên xwe ji bo roja mazûniyetê kişandibûn lê  mixabin ew bi vê rojê dilşad nebûn. Berî ku DAIŞ têkeve Mûsilê em ji rewşa Mûsilê ya ewlehî ne bawer bûn, her tim tirs di dilê me de hebû. Me nikarîbûn derketibana derveyî avahiyên zanîngehê. Ji ber  ku der dorê Mûsilê şer hebû, gelek caran em di polên xwe de diman û dengê bombeyan dihat me. Me ne dikarî em lêhurbûnek serkeftî ser waneyên xwe bikin.”


‘Em di zaningehê de dorpêç kirin’


Emanî diyar kir ku dema çeteyan Mûsil wergirtin gelek xwendevan li bajêr hebûn û wiha domand: “Dema ku DAIŞ derbazî Mûsilê bû, em gelek xwendevan di hundrê zanîngehê de man û me nikarîbû em derkevin ji ber ku em ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin  dorpêçkirin.  Li ser vê yekê  Êzîdiyê Başîqa alîkarî dan me. Êzidiyê Başîqa em xelas kirin û  gihandin malbatên me.”


‘Çeteyên DAIŞ’ê xewin û hêviyên me wenda kirin’


 Emanî Xeyrî da zanîn ku ciwanên kurd hemû xwe bi derfetên qelis ava dikin û wiha axivî: "Dema ku me wekî ciwan dest bi avakirina pêşeroja xwe kir em rastî gelek astengiyan dihtin. Ji xwe cîwanên kured li her çar aliyên kurdistanê vê yekê jiyan dikin. Ji ber ku rewşa ewlehî ya Îraqê bi tevahî ne baş bû. Me hewil dida ku em xwe di navbera ewqas zehmetiyan qewî bigirin. Xwena min ew bû ku piştî em zanîngehê biqedînin ji malbatên xwe re bibin alîkar. Çeteyên DAIŞ’ê ji bilî tawan û  komkujiyên xwe,  hêvî û xeyalên me   jî  pûç kirin.”


 ‘Ji ber tirsa DAIŞ’ê me xwendina xwe berda’


 Xwendevanê Êzidî yê bi navê Ayaz Yusif ku li Zaningeha Mûsîlê Beşa Hejmaryariyê dixwend, da zanîn ku rewşa Zanîngeha Mûzîlê gelek xirab e û wiha got: "Weka şagirtek min jî li Zaningeha Mûsilê dixwend. Tenê du ezmûnên xwendevanan mabûn da ku derbasî salek xwendinê ya nû bibin. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê derbasî Musîlê bûn, gelek xwendevan dîl hatin girtin. Ji ber vê yekê xwendevanan nekaî zaningehê berdewam bikin. Ji ber êrîşên çeteyan hemû xwendevanan dev ji xwendinê berdan, kesên ku di sala xwedinê a dawiyê de, bêyî ku xwendina xwe biqedînin, neçar man dev ji xwendina xwe berdin. Di Meha Remazanê de, çeteyên DAIŞ'ê bang li xwendevanên zaningeha Mûsilê kirin da ku tevlî ezmûnên xwe bibin. Lê ji ber tirsa çeteyan tu xwendevanan bersivek erênî neda banga wan.”


‘Salek me ya xwendinê vala çu’


Ayaz Yûsif diyar kir ku xwendevanên Mûsilê li benda çareserîkê ne û wiha axivî: “ Xwendevanên ku di sala dawiyê de ne, xwestin ezmûnên wan li Duhokê bên kirin lê tu kes li vê daxwaze wan xwedî derneket û ev xwestek pêk nehat. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê Mûsîl girtin, hemû xwendevanên Zaningeha Mûsîlê nema çûn zaningehê. Hinek şagirtan xwendina xwe qedandiye lê nikarin bawernameyên xwe ji zaningehê bigirin. Rêveberiya Zaningeha Mûsîlê xwendina şagirtan ya îsal ne hesiband û saleke xwendina me vale derbas bû. Hemû xwendevan di sala xwe de man. Em bi hêvî ne ku di demek nêz de çareyek ji bo xwendevanên Zaningeha Mûsîlê bê dîtin. Daxwaziya min ew ku hemû derdor hewl bidin çareseriyekê ji bo xwendevanên Zaningeha Mûsîlê bîbinin.”


(şh-my/zt)