Ji nava lêhiyê heya niha tenê 8 kes hatin xilaskirin

20:11

JINHA


SÊRT – Ji ber ku qapaxên bendavên Alkumru û Kîrazlikê yên li ser çemê Botanê welatiyên li dore çem di pîknîkê de bûn di bin avê de man. Gelek kes di bin avê de man û xebatên xilaskirina welatiyan didome, heta niha 8 welati anîn 

Li Sêrtê qapaxên bendava ku tijî bûn hate vekirin bû sedema karesetê. Qapaxên bendavên Alkumru u Kîrazlikê yên ji aliyê şîrketa Lîmak Yatirimê ve hate çêkirin saet di 15.30’an de hate vekirin û ji ber ku roja yekşemê bû welatiyên çûbûn pîknîkê di bin avê de man. 
Li gorî agahiyan welatiyên kul i herêma Çelîkê ya nêzî gundê Kayabogaziyê pîknîk dikirin bêyi bên hişyarkirin qapaxên bendavê hatin vekirin û welatî di bin avê de man.
Ligel ku hejmar zelal nayê zanîn j îli gorî agahiyên şahidan gelek welatiyên ku di nav de zarok jî hene di bin avê de man. Welatiyên ku di bin avê de man 45 deqîqe li enda alîkariyê man û piştî saetek û nîv ekîbên alîkariyê hatin. 

Ji welatiyên ku di bin avê de man heti niha 8 kes hatin xilaskirin û bi ambulansan ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Hate hûnbûn ku xetereya wan a jiyanê nîn e.

Navê hin welatiyên kul i nexweşxaneyê ne wiha ye: Zeynep Tente, Sabriye Tente, Dogan Guleç, Yunus Emre Goktaş, Emîne Kunduracioglu, Nurcan Olgun.

Xebat didomin
Alîkarê Waliyê Sêrtê Mustafa Pala da diyar kir ku li herêma “qedexe” ya ku qapaxên bendavê hatiye vekirin de 4 kes di bin avê de maye hatine xilaskirin û li herêmê xebat didomin.

Piştî ku bûyer hate bihistin bi hezaran welatî çûn ber Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û têkîldarî rewşê agahiyan bigirin. Hevşaredara Sêrtê Belkîze Beştaş Epozdemîr jî hat ber nexweşxaneyê. Hevşaredar Tuncer Bakirhan jî ji bo biçe cihê bûyerê derket rê.


Li herêmê hewildanên rizgarkirinê didomin.


(zt)