'Emê bi gelê Êzidî re hevgirtinê bidin çêkirin'
09:02
Derya Ceylan-Tekoşin Tekin/ JINHA
ÊLIH – Li Êlihê komisyona ji bo Êzidiyên ji Şengalê tên xebatên xwe berdewam dikin. Endama Meclisa Şaredariyê ya Êlihê Nuruye Başçi diyar kir ku heya niha Êzidiyên ku xwestine li gundên xwe yên Êzidiyan bicîh bibin xwe kêm dîtine û got: “Em hêvîdarin ku bi gelê Êzidî re din ava yekbûyînekê de bin. Ji ber her dem Êzidiyan di aliyê ol de xwe cuda û durxistî dîtine. Em jî ji bo guherîna vê di xebitin.”
Ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên ji 3’êyê tebaxê heya niha ser Herêma Federala Kurdistanê despêkirine û heya niha jî berdewam dike bi hezaran Êzdî neçarmane cîh û warên xwe berdan û koçber bibin. Bi hezaran Êzidiyên li Deriyê Xabûr re derbaz bûn li kampên hatine amadekirin û gundan bi cîh dibin. Yek ji navendên herêmê yên ku herî zêde Êzidî têde jiyan dikin Êlihe. Komisyona ku têde PDH, rêxistinên saziyên sivîl û endamên Meclisa Şaredariya Êlihê jî din av de cîh digirin ji bo Êzidiyên ji Şengalê tên li herêmê bi cîh dibin xebatên xwe bil ez berdewam dikin. Endama Meclisa Şaredariya Êlihê Şaziye Kayar jî da zanîn ku gelê êzidî li gundên Êzidiyan yên girêdayî Êlihê de bi cîh dibin.
Banga alîkariya Êzidiyan li Êlihiyan hat kirin
Şaziye destnîşan kir ku ji bo Êzidiyên tên Êlihê komisyon tên avakirin, her komisyonek ji çar kesan pêktên û wiha got: “Di biniya şaredariyê de ji bo Êzidiyên tên Êlihê maseya kirîzê hatiye avakirin. Di vî maseyê kirîzê de komisyonên tendiristiyê û hewil didin hemû têdiviyên Êzidiyan dabîn bikin têde cîh digirin. Ev komisyon her roj hemû Êzidiyên li wê dibin venêrîna tenduristiyê re derbas dikin. Jinên ducanî dibin çavdêriyê de tên girtin. Ji derveyî wê niha li hinek gundan pirsgirêka av û ceryanê heye. Ji bo di demek kin de ve tev bên derbaskirin mel ez daye xebatên xwe. Di heman demê de em pêdiviyên wan yên xwarin û li xwe kirinê jî dabîn dikin û di gihînin wan. Lê dîsan jî xebata ku em dikin ne bese.”
‘Êzidî dixwazin biçin gel yên alîgirê olê xwe’
Şaziye derbirî ku malbatên Êzidî dixwazin li gundên Êzidiyan yên girêdayî Êlihê bi cîh bibin. Şaziye anî ziman ku ji ber DAIŞ’ê li hemberî misilmanan tirs ji bo wan çêbûye û wiha domand: “Êzidiyên ji ber qirkirina Şengalê hatine Êlihê dixwazin li gel alîgirên olê xwe bi cîh bibin. Ji ber qirkirinên li Şengal û derdorî wê hatî jiyan kirin tirsa wan li hemberî misilmanan zêdebûye. Ji ber wê jî ew tercîh dikin li gel alîgirê olê xwe bi cîh bibin. Me jî li ser daxwaza wan ew li gundên Êzidiyan yên derdora Êlihê bi cîh kirin.”
‘Êzidiyên tên Êlihê li malan bi cîh dibin’
Endama Meclisa Şaredariyê Nuriye Başçi jî gelek Êzidî di herikin gundên Êzidiyan yên li derdora Êlihê û got: “Êzidiyên ku tên Êlihê li malan bi cîh dibin. Em bi malbatan re di peyîvin, din ava şaşwaziyê de nin heta çî bi serê wan hatiye jî nizanin. Metirsiyên wan yên weke ji niha û şonde dê Êzidî çawan bin? Dê çî bikin? Hinek jê li Ewrupa xizmên wan hene û di xwazin bi rêya wan xizman koçî Ewrupa bikin. Hinek jê jî dixwazin li bendê bimînin hinek rewş aram bibe û cardin vegerin cihên xwe.”
‘Êzidiyan alîkariya gelê misilman dîtin’
Nuriye da zanîn ku gelê Êlihê ji bo welatiyên Êzidî bi her awayî alîkarî kirin û wiha got: “Êzidiyên kul i gundên xwe bi cîh bûne di aliyê aborî de pirsgirêka wan nîne. Tenê di aliyê manewî de pêdiviyên wan hene. Em jî hewildidin bi qasî ji destê me tê di aliyê manewî de bi Êzidiyan re bibin alîkar û hêzê bibin wan. Em hêvîdarin ku bi gelê Êzidî re din ava yekbûyînekê de bin. Ji ber her dem Êzidiyan di aliyê ol de xwe cuda û durxistî dîtine. Em jî ji bo guherîna vê di xebitin. Li vêderê alîkariya gelê misilman jî dîtin. Ev dê bihevrebûna gelê misilman û Êzidî bide çêkirin.”
(zt)

