'Divê her kes tevlî nava berxwedanê bibin û rometa xwe bi parêzin'
09:44
Aze Boran / JINHA
HEWLÊR – Ji jinên ji qirkirina Şengalê rizgarbûyî Siva Castin got: “Axa me namusa meye. Niha jinên me û namusa me di destê DAIŞ’ê denin ji bo rizgarkirina wan divê her kes beşdarî nava refên berxwedanê bibin û parastina rometa xwe bikin. Bila çek bidin me emê biçin ser axa xwe şer bikin û rometa xwe rizgar bikin.”
Li bajarê Şengalê yê Herêma Federala Kurdistanê ji aliyê DAIŞ’ê ve qirkirin hat çêkirin. Gelek Êzidiyên ku bêyî daxwaza xwe neçar man koç bikin û li kampên herêmê yên hatî çêkirin bi cîh bûne. Yek ji cihên ku koçberên Êzidî lê bi cîh bûne jî li navçeya Qeladizê ya bajarê Silêmaniyê nexweşxaneyek hatiye valakirin û têde bicîh bûne. Jinên Xanesorî bang li her kesê kirin kul i hemberî wehşiyeta çeteyên DAIŞ’ê tekoşînê bikin.
‘Divê ji bo azadkirina jinên di destê DAIŞ’ê de her kes tevlî nava berxwedanê bibin’
Dema ku jina Êzidî Siva Castin qala qirkirina çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê dikir kêliyên hestiyar dihatin jiyîn. Siva da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê gelek ciwanên Êzidî qetilkirin, gelek jin revandin û di dema ew reviyane de jî gelek zarok ji tî û birçan di rê de jiyan xwe ji dest dane û wiha got: “Ji bo em olê xwe bidin jiyan kirin em revîn.” Siva destnîşan kir ku divê destê mirovbûnê dirêjî wan bê kirin û ji bo azadiya Şengalê her kes bi hev re din ava yekgirtinê debin. Siva derbirî ku ew carekedinê dixwazin vegerin Şengalê û wiha domand: ““Axa me namusa meye. Niha jinên me û namusa me di destê DAIŞ’ê denin ji bo rizgarkirina wan divê her kes beşdarî nava refên berxwedanê bibin û parastina rometa xwe bikin. Bila çek bidin me emê biçin ser axa xwe şer bikin û rometa xwe rizgar bikin.”
‘Dê birînên Şengalê bi destê mirovahiyê, heskirin û yekgirtina wan bê tedawî kirin’
Merkes Îbrahîm ya ku ji gundê Xanesorê yê Şengalê ye jî got: “Em ji mirinê na tirsin, lê ji tunebûna olê xwe ditirsin.” Merkes diyar kir ku mirovên ku li Şengalê ji ber baweriya xwe hatin qetilkirin, jinên hatin revandin şermek ya mirovahiyê ye. Merkes da zanîn ku divê her kes lig un bide qêrîna Şengalê. Merkes anî ziman ku ew cardin dixwazin vegerin Şengalê û wiha got: “Divê ji bo Şengalê her kes alîkarî bikin. Dê birînên Şengalê bi destê mirovahiyê, heskirin û yekgirtina wan bê tedawî kirin.” Merkes ji bo azadiya Şengalê bang li her kesê kir ku jin û mêr hemû Êzidî û hemû mirov berxwedana Şengalê mezin bikin.
(zt)

