Ji nava lêhiyê cenazeyê 5 kesab hatin derxistin

09:50

JINHA


SÊRT - Cenazeyên 5 kesên di nav de zarok jî heyî yên ji ber qapaxên bendavê vekirin û ketin avê hatin dîtin. Kesek hêj windaye.

Xebatên ji bo welatiyên duh di Çemê Botan de yê ji ber ku di encama vekirina qepaxên Bendava Alkumru û Santrala Hîdroelektrîk ên li herêma Çelîk a nêzî gundê Xêrtê yê Sêrtê ketin avê û windabûn berdewam dikin. Xebatan şevê jî berdewam kir û di qada di navbera gundên Xertê û Bîllorîsê de cenazeyê 5 kesan hate dîtin.

Ewil cenazeyê Semanur Parlakuşer (10) hate dîtin û pişt re Betul Parlakuşer (8), Fikret Tente, Ahmet Tente, Osman Parlakuşer hatin dîtin. Xebatên ji bo Şeval Parlakuşer berdewam dikin.


(zt)