'Emê di avakirina aştiyê de rolê xwe yê zindî berdewam bikin'
12:29
JINHA
STENBOL- Piştî êrîşa leşkeran ya ler welatiyên lîcê BÎKG ya Stenbolê li gel çavdêrî û dîtinên xwe diyar kirin kul i gel hemû zoriyan jî jin ji bo aştiyê îsrar dikin û gotin: “Ji Lîcê heya Geziyê, ji Roboskiyê heya Somayê divê haqîqet neyê veşartin. Emê weke jinên ku ji aştiyê re şahidiyê dikin vî karê xwe bedewam dikin û di avakirina aştiyê de rolê xwe yê zindî bilîzin.”
Di 19’ê Tebaxê de êrîşa leşkeran ya ser peyîkerê Mahsum Korkmaz (Egîd) ku di encamê de welatiyê bi navê Mehdin Taşkin jiyana xwe ji dest dayî Têkela Jinan ya Hewla ji bo Aştiyê (BÎKG) ya Stenbolê çun herêmê, girêdayî çavdêrî û dîtinên xwe daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniya xwe de dan zanîn ku wan girêdayî çavdêrî û dîtinên xwe raporek amadekirine. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di rapora wan amadekiryî de tê dîtin ku ji bo aştiyê metirsiyên welatiyan hene. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji deverên herî zêde ev metirsiyane lê tên jiyîn jî Lîceye. Jinan diyar kirin ku jinên Lîcê wiha dibêjin: “Ev aştiyek çawaye? Weke bi salane emê carekedinê dibin sîbera çekan de aştiyê berdewam bikin.” Di daxuyaniyê de weha hat gotin: “Di hevdîtinên kum e kirin de dewlet weke ku bernameyên wan yên tayîbet ji bo Lîcê hene. Jinên Lîcê jî bi îsrar dibêjin kirinên niha ser me dikin qat bi qat ji demên salên 1993’an xirabtirin. Niha di hevdîtinên me yên bi jinên Lîcê re ev metirsiyên xwe anîn ziman.”
‘Divê rêz bêdayîna baldarbûna gel’
Di daxuyaniyê de balhat kuşandina di van demê dawî de li Lîcê qetilkirina 4 ciwananên bi navê Medenî Yildirim, Ramazan Baran, Baki Akdemir û Mehdin Taşkin. Di daxuyaniyê de hat zanîn ku deshilatî dixwaze ser bûyerên li Lîcê bigirin û wiha hat berdewam kirin: “Piştî bûyerên li Lîcê li herêmê gel rakir nava serhildanê. Lig elek cihên weke Colemêrg, Dêrsim, Çewlik û Mûşê gel rabûn ser lingan û bi gotinên weke ‘dest nede nirxê me’ bertekên xwe anîn ziman. Li van cihan hemûyan dewletê bi hişmendiya xwe ya êrîşkar êrîşî gel kir. Di encamê de gelek kes birîndarbûn û leşkerekê jî jiyana xwe ji dest da. Lig elek cihan helwestên nijadperestane jî hatin nîşandan. Em weke jinên di aştiyê de îsrar dikin van helwestên nijadperest û nerênî şermezar dikin. Em ji bo aştiyê hevdîtinên xwe berdewam dikin. Bi qasî tê dîtin divê di vê pêvajoyê çareseriyê de rêz bê nîşan dayîna beldarbûyîna gel.”
Di dawiyê de di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Me li gel jinên aştî û şer dipeyîvin dîtin. Li gel wan êş û zilma jiyan kirî jî daxwazek gelek mezin ya wan ya aştiyê heye. Lê di heman demê de metirsî û hêrsa wan jî pire. Lê li gel wan êşên ku jiyan kirine jî carekedinê di aştiyê de îsrar dikin. Ji Lîcê heya Geziyê, ji Roboskiyê heya Somayê divê haqîqet neyê veşartin. Emê weke jinên ku ji aştiyê re şahidiyê dikin vî karê xwe bedewam dikin û di avakirina aştiyê de rolê xwe yê zindî bilîzin.”
(zt)

