Cerdevanan bi êrîşek bi xwîn xwestin Nazli birevînin
12:47
JINHA
ÊLIH – Li Êlihê cerdevanên ku xwestin keçika ciwan birevînin ser malbeta wê de gule barandin û bi girştî 13 gule li Şahabettin Bidikçi xistin.
Li gundê Sîcan yê navçeya Hezo ya Êlihê cerdevanan berî niha Nazli Vidikçi ya 18 salî revandbûn û cardin serbest bedabûn. Cerdevanan carekedinê ser malê de girtin û ser malbata wê de gule barandin. Di dema êrîşê de lawê mamê Nazli Vidikçi Şahabettin Bidikçi giran birîndarbû. Şahabettin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê, li wê di amelyata despêkê de 3 gule ji laşê wî derxistin. Palê jî Şahabettin rakirin Fakulteya Tibê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Li wê jî ji laşê Şahabettin 10 gule derxistin. Şahabettin ji amelyatê rakirin rewşagirankirî. Hîna rewşa wî di telokeyêdeye.
(zt)
