Li Dêrsimê yê hevsera xwe qetilkirî teslîm bû
16:09
JINHA
DÊRSIM - Li Dêrsimê Ozgur Timtik yê ku hevsera xwe bi demanceyê qetilkir bi demanceya xwe ve teslîmî polîsan bû.
Ozgur Timtik yê k udi apartmana bi navê Çaglar ya li kolana Gunel ya taxa Mogultay ya Dêrsimê dimîne hevsera xwe Meral Timtik bi demanceyê qetilkir û paşê bi demanceya xwe ve teslîmî polîsan bû. Ozgur Timtik gule li serê Meral xist û revî. Piştî bûyerê tîma lêkolînê çun cihê bûyerê lêkolîn kirin û cenazeyê Meral ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê. Dema ku ji bo girtina Ozgur dest bi lêgerê hat kirin, duh bi şev Ozgur li gundê Koçakoç bi demanceya xwe ya ku bi wê bûyer kirî teslîmî polîsan bû.
(zt)
