Dê jin li hemberî êrîşan bi rêxistin bibin
08:45
Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED – Girêdayî encamên civîna du rojan ji aliyê DOKH’ê ve hatî lidarxistin Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Sabahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin ya Wanê Hatîce Çoban nirxandin kirin û diyar kirin ku di civînê de geşedanên di Rojhilatanavîn de ru didin, êrîşên DAIŞ’ê û li hemberî van êrîşan sekna jinan hat nirxandin û dê di rojên pêşiya wan de jin li hemberî êrîşan kampanyayên giring bidin despêkirin.
Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê girêdayî geşedanên li Rojhilatanavîn rudidin û sekna jinan ya li hemberî pêvajoyê civînek li dar xistin. Civînê du rojan berdewam kir. Di civînê de hevşaredarên HDP’ê yên jin, parlementerên jin yên HDP’ê û gelek aktîvîstên DOKH’ê amadebûn. Girêdayî civîna du rojan Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Sabahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin ya Wanê Hatîce Çoban Ji bo JINHA yê nirxandin kirin. Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Sabahat Tuncel da zanîn k udi civînê de ser rewşa Rojhelata navîn û geşedanên di vê dawiyê de tê de di qewimin nirxandin hatine kirin û got: “Me di civînê de êrîşên DAIŞ’ê girtin dest û weke jin me nîşan da ku ev êrîş ne tenê ser gel adi heman demê de ser îdolojiyan tê kirin.”
‘Emê tekoşînê bilind bikin’
Sebahat destnîşan kir ku divê li hemberî pêvajoya heyî tekoşînek ya îdeolojîk bê dayîn. Sebahat derbirî ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê bi hezaran Êzidî ji cîh û warên xwe koç kirin û wiha got: “Di civînê de ji bo gelên ji cîh û warên xwe koç kirine bi hev re bûn û bi hev re bilindkirina tekoşînê biryarên giring hatin girtin. Di derbarê ne tenê li Rojhilatanavîn emê li her devera cîhanê li hemberî êrîşên komên îslamci yên radîkal tekoşîna xwe ya jinên azad bilind bikin de jî nîqaşên giring hatin kirin. Li aliyekê cihên ku DAIŞ êrîş dikin jinan tecawîz dikin. Buyerên weke vê berîniha li Bako Haram de derketin. Divê tevayî van êrîşan li hemberî tekoşîna azadiya jinan bên dîtin û li hemberî van êrîşan tekoşîna bi rêxistinkirî bê pêşxistin.”
‘Divê jin rolê pêşengiyê bigirin’
Sebahat anî ziman ku ew ser giringiya rol û mîsyona jinan di pêvajoyê de jî wiha axivî: “Di pêvajoya ku muzakere berdewam dike de jî divê em weke jin vê pêvajoyê zêdetir bi hêz bikin. Biryara rêxitina jinan ji bo bicîhanîna daxwazên gelê kurd û tirk yên aştî û wekheviyê rolên pêşengiyê bigirin. Her wiha di civînê de mijarên weke divê jin hebûna xwe di aliyê siyasî, aborî û çandî de bidin diyar kirin. Cardin rolê wan yê bi perspektîfên jina nû avakirina jiyanek nû giringiya rolê wan hat nîşakirin. Li gel wê jî divê Tevgera Jina Azad û Demokrat jî xwe lig ora vê bi sazumanî bike. Ev nirxandinên van du rojan gelek ji bom e giring bû û dê tenê bi vêderê ve sînor nemîne.”
‘Berpirsyariyek ya me ya bi hev re tekoşînkirinê heye’
Sebahat diyar kir din ava xwe de jinan ser pêçana birînên gelê Şengalê yên ku ji cîh û warên xwe koçdikin nirxandin dikirin û domand: “Berpirsyariyek ya me ya bi gelên Rojhilatanavîn û jinên Rojhelatanavîn re tekoşînkirinê heye. Jinên kurd li aliyekê rastî êrîşan tên û li aliyê dinê jî li ber xwe didin. Li aliyekê YPG û YPJ bi hevre yekîneyên parastina gel avakirine. Li aliyê dinê jî jin bi çalakiyên civakî bertekên xwe yên ji bo şêr tînin ziman. Ev tenê bi hev re bûn nîne di heman demê de berpirsyariya me ya van tevgeran vegerandina aştiyê jî heye.”
‘Pirsgirêk tenê cihê jiyanê avakirin nîne’
Sebahat da zanîn k udi aliyê rawestandina şer û dawî anîna êrîşên DAIŞ’ê kampanyayên wan hene. Sebahat anîn ziman ku ji bo welatiyên ji herêma şer tên baxê wan yê jiyanê neyê qutkirin ew weke tevgera jinan bi gelê Êzidî re din ava yekgirtinê denin û wiha berdewam kir: “Gelek caran ev yekgirtin bi rêya derunasan tên kirin. Tevgera jinan zêdetir ser jin û zarokan xebatên xwe berdewam dikin. Em hewil didin ku bi gelê Êzidî re din ava tevger dan û sitandinê debin.”
‘Emê li hemberî êrîşan bernameya xwe çêkin’
Hevşaredara Bajarê Mezin ya Wanê Hatîce Çoban jî diyar kir k udi civînê de ji bo pêşîgirtina şideta ser jinan nirxandinên giring hatin kirin. Hatîce da zanîn k udi rojeva wan ya duyemîn de jî li hemberî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê ser gelên Rojhilatanavîn û tayîbetî jî ser jinan dikarin kampanyayên çawan bên despêkirin hatin nîqaşkirin û got: “Tê zanîn ku DAIŞ bi armancên weke ‘emê çawan bikarin zêdetir vîna jinan bişkênin’ tevdiger û êrîş dike. Emê weke jinên kurd li hemberî van êrîşan ewlehiya xwe bigirin û bernameyekê ji bo xwe derxînin.”
‘Jin bi rehetî nikarin din ava kolanan de bigerin’
Hatîce anî ziman ku dê ji xwe encamname bi raya girştî re bê parkirin. Hatîce balkişand ser bi qasî tê xwestin jin nikarin parq û kolanan bi nexebitînin û wiha got: “Jin nikarin bi rehetî li parq û kolanan bigerin ji ber rastî tacîzê tên. Ev ji bo bajarên me mijarek ya şermêye. Girêdayî vê emê karibin ewlehiyek çawan bigirin. Di van mijaran de nirxandinên giring hatin kirin.”
(zt)

