Dê kampanyeya 'Ji Ocalan re Azadî' bi zincîra mirovahiyê bi dawî bibe

09:06

Zehra Dogan/JINHA


STENBOL – Dê kampanyeya îmzayan ya bi navê ‘Ji Ocalan re Azadi’ ya ku ji aliyê Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî hatî despêkirin di 28’ê Îlonê de bi ‘zincîra mirovan’ hijmara îmzayên xwe bi raya girştî re par bikin. Ji Endamên Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadi Zubeyde Teker got: “Her îmzayek ji bo aştiyê toglayeke.” Zubeyde diyar kir ku her kesên ku demorasiyê dixwazin ji bo ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe divê bejdarî kampanyeya îmzayan bibin.


Kampanyeya îmzayan ya ku ji aliyê Platforma Ji bo Aştiyê ji Ozalan re Azadi ya bi navê ‘Ji Ocalan re Azadî’ ya k udi 15’ê Sibatê de hatibû despêkirin lig elek navendên herêmê û Tirkiyê berdewam dike. Kampanya bi gelek çalakiyên cur be cur tê mezinkirin. Dê kampanya 28’ê Îlonê bi dawîbibe. Di der barê kampanyeya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullha Ocalan hatî despêkirin Seroka Fedresyona Komeleya Piştevaniya Hiquqiya Malbatên Girtî û Hukumxwaran (TUHAD-FED) û di heman demê de Endama Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî nirxandin kir. Zubeyde diyar kir ku kampayeya ku rastî eleqeyek mezin tê wê bi zincîra mirovahiyê di 28’ê Îlonê de hijmara wê bi raya girştî re par bikin.


‘Me girêdayî kampanyayê çalakiyên cuda li darxist’  


Zubeyde da zanîn ku ji 15’ê Sibatê heya niha 5 milyon kesan îmza avêtiye û wiha got: “Weke zarokên gelê kurd me deklarasyonek avakir û bi wê dest bi çalakiyên xwe kir. Me lig elek cihan stand vekir, konferans û mitîng li darxist. Jinên ku pêşengiya kampanyayê kirin li her derê bi awayek zindî rolê xwe lîstin. Tenê gelê kurd beşdarî kampanyayê nebûn, jig elek aliyên cîhanê gelek komên cuda beşdarbûn. Ev alîkarî em gelek şanaz kirin.” Zubeyde destnîşan kir ku civak bi sarî nêzî azadiya Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî nebûn û wiha domand: “Me dît ku dema civak neyê sorkirin sar nêzî ramanên azad yê Birêz Ocalan nabin û beşdarî kanpanyayê dibin.”


‘Di 28’ê Îlonê de kampanya bi dawî dibe’


Zubeyde balkişand ser pêvajoya kampanyeya îmzayan û wiha berdewam kir: “Dê di meha cotmehê de bi giştî kampanyeya îmzayan biqede. Paşê jî emê derbazî Ewrupa bibin û li wê jî îmzayên dinê kom bikin. Emê li Ewrupa û Tirkiyeyê îmzayên xwe teslîmî hinek saziyan bikin. Dê ev ji aliyê heyetek ya jinan ya ku ji aliyê DOKH’ê ve hatî amadekirin ve bê dayîn.”


‘Emê zincîra mirovahiyê avabikin’


Zubeyde anî ziman ku dê meha îlonê bi tevahî çalakiyên wan berdewam bikin û got: “Emê meha îlonê bi tevayî li gel jin û zarokan din ava taxan debin. Li gel vê jî dê ji hemû bajaran bi hezaran mirov kombibin û zincîra mirovahiyê çêkin. Dê ev zincîr li herêmê û Tirkiyê dibin pêşengiya jinan de bê amadekirin. Dê her navend zincîra mirovahyê çêke û bi wî awayî encama îmzayên xwe bi rayagiştî re par bikin. Emê di dawiyê de li Amedê zincîra mirovahiyê çêkin û hijmara dawiyê bidin.”


‘Her îmza ji bo aştiyê toglayeke’


Zubeyde diyar kir ku bi rastî kesên ku demokrasiyê dixwazin ji bo ku Birêz Abdullah Ocalan azadbibe divê beşdarî kampanyeya îmzayan bibin û wiha got: “Her îmza ji bo aştiyê toglayeke.” Zubeyde da zanîn ku ji bo azadî û wekheviya Tirkiyê kampanya xebatek gelek giringe û wiha domand: “Ji ber wê jî em band li hemû gelên Tirkiyê dikin beşdarî kampanyeya îmzayan bibin. Ji bo ku aştî bê Tirkiyê divê Rêberê gelê kurd azadbibe û di herêmek azad ji bo demokrasiyê ser masê rune.”


 (zt)