Endama YPJ'ê Evîn Taşdelen ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

14:19

JINHA


AMED – Endama YPJ’ê Evîn Taşdelen (Evrim Amed) ya ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikir û jiyana xwe ji destdayî li goristana Yenikoyê hat veşartin. Cenazeyê Endamê YPG’ê Ramazan Ateş (Rizgar Şivan) jî ber bi navçeya Misricê ya Lîcê ve xistin rê.


Di 14’ê Tebaxê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî herêma Cezaa ya Rojava dike. Di dema êrîşê de hêzên YPG û YPJ’ê jî bersivê dide wan û li gel wan dikeve şer. Di wî şerî de Endamê YGP’ê Ramazan Ateş (Rizgar Şivan) û Endama YPJ’ê Evîn Taşdelen (Evrim Amed) piştî karên otopsiyê bi girseyî ji Saziya Tiba Edli ya Amedê girtin. Ji bo girtina cenazeyan Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, Parlementera Wanê ya Serbixwe Aysel Tugluk, Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak, Hevseroka Navenda PHD’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, hevşaredarên Lîcê, Meclisa Dayîkên Aştiyê, Nurerên MEYA-DER a Edeneyê, Serokê Navenda PHD’ê yê Edeneyê Ugur Bayrak jî di navê de gelek kes amadebûn.


Dema ku cenaze ji Saziya Tiba Edlî hatin girin, ji bo sipartina axê cenazeyê Evîn birin goristana Yenikoyê. Jinan tabûta Evîn li ser milê xwe kirin û birin. Di dema birina cenaze ya goristanê de girseyê siloganên weke “Bijî berxwedana YPG’ê”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Kurdistan dê ji DAIŞ’ê re bibe goristan”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Şengalê”û “Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin bilind kirin. Girseyê alayên YPG’ê wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên Evrîm Taşdelen û Ramazan rakirinbûn.


‘Jinan nimêja Evrim kirin’


Nimêja cenazeyê Evîn Taşdelen li mizgefta goristana Yenikoyê ji aliyê jinan ve hat kirin. Piştî wacîbeyên olî cenazeyê Evîn li gel yê hevala wê Fatma Akin (Silav Amed) ya k udi 7’ê Tebaxê de li Şengalê di encama şerê hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe jidest dayî de hat veşartin. Dema ku cenaze sipartin axê ji bo şehîdên tekoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Paşê jî axaftin hatin kirin. Rêveberê MEYA-DER’ê yê Edeneyê Halîl Oruç diyar kir ku ew l ihemberî hemû endamên YPG û YPJ’ê yên weke Evîn li Şengalê jiyana xwe ji dest dayîn bejna xwe ditewînin. Serokê Navenda PHD a Edeneyê Ugur Bayrak jî da zanîn ku ew di kesayeta Evîn de hemû kesên di tekoşîna azadiyê ya 40 salan de jiyana xwe ji dest dayî bi bîrtînin û got: “Dilê me dişewite, hinirê me tejî xwîn bûye. Ji ber me li gel Evîn kar kirinye em serbilindin, lê niha li ber kêla wê axaftin gelek girane. Em soz didin ew rêya Evîn di nîvî de hêlayî heya dilopa xwîna xwe ya dawî emê emê tekoşînê bikin.”


‘Qatîlê mezin AKP ye’


Parlementera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan jî destnşan kir ku yên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest didin bi qasî malbatên wan ew zarokên gelê kurd û nirxên wan yên pîrozin û wiha got: “Evîn û hevalên dinê dema kul i hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dikirin jiyana xwe ji dest dan. Dema ku mirov li tabloyê dinêre qatîlên mezin yên alîkarî didin DAIŞ’ê hikumeta Tirkiyê û AKP ye. Em baş dizanin ku ev çeteyên wehşî ji ber xwe de derneketine. Em baş dizanin û dibînin ji bo tunekirina şoreşa Rojava hikumeta AKP’ê alîkariyê dide wan çeteyan. Di qetilkirina her kurdekê de hikumeta AKP’ê berpirsyare.”


Bavê Evîn Suleyman Taşdelen jî got: “Ez bang li hemû ciwanên kurd dikim. Bila li hemberî çeteyên DAIŞ’ê serî rakin. Bila kes li hemberî van qatîlan serî ne tewîne û tekoşînê bikin.”


Piştî axaftinan ji bo definkirina cenazeyê Tamazan Ateş girse ber bi navçeya Sêrtê Misricê ve ketin rê.


 (zt)