Ji bo Endamê YPG’ê Servet Tora konê sersaxiyê hat vedan

16:50

JINHA


BEDLÎS - Ji bo Endamê YPG'ê Servet Tora (Rûbar Şerwan) ku li Rojava bi 5 hevalên xwe re di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû li gundê Akçira yê Adilcewazê konê sersaxiyê hate vedan. 

Ji bo Endamê YPG'ê Servet Tora (Rûbar Şerwan) ku di 14'ê tebaxê de li Rojava bi 5 hevalên xwe re di pevçûnekî bi DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû li gundê Akçira ya Adilcewazê konê sersaxiyê hate vedan. Bi sedan welatiyên ji Bedlîs û bajarên derdorê hatibûn, tevli sersaxiyê bûn. Li gel wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyê Servet û alên PKK hatin hildan. Beriya serdanê girse heta konê sersaxiyê meşiya û dirûşmên "Bijî berxwedana YPG", "Ey şehîd rêya te rêya meye" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî rêzgirtinê di kon de Nûnerê MEYADER'ê yê Bedlîsê Nîhat Karababa, axaftinek kir. Karababa got ku hêzên ku bi salane tehemûlê nasmaneya kurdan nakin îro DAIŞ kirine bela serê kurdan û da zanîn ku eger kurd bibin yek tu hêz nikarin wan.

(zt)