Li İstiklalê ji bo Şengalê pêşangeha wêneyan

17:37

JINHA


STENBOL – HDP yiyan li ber Lîseya Galatasarayê pêşangeha wêneyên qirkirina Şengalê pêşandan.


Di binpêşengiya Navenda Rêxistina HDP’ê ya Şîşliyê de ji bo balkişandina ser qirkirina Şengalê pêşangeha wêneyan pêşandan. Pêşangeh duh li ber Navenda Bazara Cevahîr hat pêşandan. Îro jî li ber Lîseya Galatasarayê hat pêşandan. Di pêşangihê de wêneyê reva Êzidiyan ya ji ber qirkiriyê û kêliyên zor yên jiyan kirine hatin pêşandan û di heman demê de nivîsên weke “Divê em tuştekê bikin, piştevaniya gelê Şengalê bikin!” di pêşangehê de cîh girtin.


Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî pêşangehê dan. Endamên partiyê broşurên ser wan wêneyên Şengalê heyî jî li welatiyan belav dikirin.


 (zt)