'Divê li hemberî bûyerên îstismara zayendî perwerde bên dayîn'
09:59
Gulşen Koçuk / JINHA
WAN – Parêzerên Komisyona Mafê Zarokan ya Baroya Wanê Gulay Ozgokçe girêdayî zêdebûna îstismara zarokan diyar kir ku zagon ji bo mexduran çareseriyek mayînde çênekiriye. Civaknas Alev Şahin jî got: “Çawan forumulên matemantîkê tên hilberîn divê wiha ji bo jiyana zarokan jî amadekariyek wiha bê kirin zarok bikarê xwe têde bîne ziman û bide nasîn.”
Bêyî cudahiya netewi, olî, erdnîgarî di her civakê de îstismara ser zarokan her roja diçe zêde dibe. Parêzerên Komisyona Mafê Zarokan ya Baroya Wanê Gulay Ozgokçe û Civaknasa Navenda Jiyana Jinan ya Rojîn Alev Şahîn tundiya hişmendiya mêran ser beşê civakê yê herî bê parastin zarokan û encamên wê nirxandin.
‘Îstismara zarokan tenê ne îstismara zayendiye’
Parêzerên Komisyona Mafê Zarokan ya Baroya Wanê Gulay Ozgokçe da zanîn ku dema qala îstismara zarokan tê kirin tenê îstismara zayendî tê jişê mirovan ev jî binhişiyek şaş avadike. Gulay destnîşan kir ku hemû bertekên nerêniyên dayîk bav yan jî yên li zarok dinêrin nîşanî zarok didin hemû îstismara ser zaroke. Gulay anî ziman ku îstismara zayendî di aliyê fîzîkî, zayendî û giyan de zararê dide zarokan. Gulay derbirî ku her birîna ku bi fîzîkî zarokan bandor dike dikeve beşê îstismarê û wiha got: “Zarokên ku bi fîzîkî rastî îstismarê tên ser wan bandorek dimîne. Bamdorên weke ji hestiyarbûnê dur dimînin, bi hêrsin, qêrdikin, weke ku hemû têkiliyên civakî şideta fîzîkî dîtine. Di vê mijarê de peyîwira herî mezin dikeve ser milê malbat û yên zarokan digihînin.”
Rewşên ku z uzu îstismara zayendî dibînin…
Gulay diyar kir ku ji weke civakî ya herî hesas îstismara zayendiye û di van demên dawî de gelek zêde bûye û wiha domand: “Îstismarên zayendi yên ser zarokan di asta sosyo ekonomîk de tên dîtin.” Gulay da zanîn ku îstismarên zayendî li gorî kesan, herêman yan jî civakan cudakirin negengaze, lê her roja ku diçe zêde dibe. Gulay anî ziman ku alkol û girêdana madeyan şidet, berdan û îstismara zayendî zêde dike.
‘Îstismarên zayendî ziyanên mayînde didin çêkirin’
Gulay destnîşan kir ku tesbîta îstismara zayendî kirin gelek zore, divê zarokên rastî îstismarê tên baş bên guhdarkirin. Gulay girêdayî rêjeya îstismara zarokên keç û kur jî derbirî ku tespîta zarokên kur yên rastî îstismara zayendî tên gelek zore ji ber wê jî tu agahiyên girêdayî rêjeya wan nîne. Gulay bilêv kir ku îstismara zayendî ser zarokan ziyanên mayînde yên weke baş nikarin razin, kabus, di xwinê de tuştên xirab dîtin, xirabûna kesayetiya wan, deprasyona bilind û heta rewşên întiharê jî.
‘Divê cezayê herî giran bê dayîna wan’
Gulay balkişand ser yên îstismara zayendî ser zarokan dikin di TCK yê de cezayê giran didinê, lê ew ceza ji bo zarok çiqas başe, ji bo bersucan çiqas girane divê bê lêpirsîn. Gulay diyar kir ku divê di zagonên nû de ser fîzîkî û deruniya zarokên rastî îstismara zayendî tên bê rawestandin. Gulay da zanîn ku divê ji bo pêşîlêgirtina îstismarên zayendî jî di zagonên nû de sazumaniyek bê kirin.
‘Temenê ensest ji hiyerarşiyê tê dabînkirin’
Civaknasa Navenda Jiyana Jinan ya Rojîn Alev Şahîn jî diyar kir ku ji dîrokê heya niha ensest weke taboyekê hatiye dîtin. Alev da zanîn ku Temenê ensestê ji hiyerarşiyê para xwe digire.
‘Zarok ji aliyê kesên ku bawriya xwe bi wan tînin ve rastî îstismarê tên’
Alev destnîşan kir ku yek ji sedemên herî sereke yê ku zarok rastî ensestê tên jî ji ber ji aliyê kesên ku herî zêde zarok baweriya xwe bi wan tînin ve pêktê. Alev anî ziman k udi van rewşan de zarok van şêweyên nêzîkatiyan û îstismarê normal dibînin, ew dizanin ku têkiliyên malbatê wihane û got: “Heger zarok ji wan rewşan nerehet jî be şaşiya wê û dê çawan bîne ziman nizane. Ev jî dibe sedem her dem zarok xwe sucdar hîs bikin, ji belavbûna malbatê ditirsin û her dem ji bo nebêjin rastî tehdîdan tên. Pergala perwerdê ji bo zarok tuştên jiyan kirine nebêjin astengeke. Di perwerdê de kêmaniya herî mezin zarok xwe îfade nakin û bedena xwe nas nakin. Çawan formulên matematîkê didin hînkirin divê amadekariyên jiyan û pêşeroja zarokan jî bên hînkirin.”
‘Têgiha namusê mexduran weke sucdar didin nîşandan’
Alev destnîşan kir ku dema malbat girêdayî zarokên xwe îstismara zayendî dibihîsin bi wan re nabin alîkar bertek nîşan didin ev jî ji têgeha “namusê” tê. Alev derbirî ku ji ber wê jî zarokên rastî îstismara zayendî tên xwe sucdar dibînin.
‘Bi saya tekoşîna jinan bûyerên îstismarê derketin holê’
Alev wiha got: “Dema ku em li dîrokê dinêrin dibînin ku her dem bûyerên îstismarê ser jin û zarokan hatine kirin.” Alev anî ziman ku yên vê berdewam dikin hişmendiya mêrane. Alev bilêvkir ku bûyerên îstismarê bi bilindkirina tekoşîna jinan derketin holê, êdî bi jin û zarokan re veşartina bûyerên îstismarê kêm bûne. Alev diyar kir ku ji bo bi hişmedîkirina jin û zarokan xebatên bên xwestin ew dikin û dê bikin jî.
(zt)

