'Me ji bo zarokan deriyê cîhanek din vekir'

11:07

Zehra Dogan/JINHA


STENBOL- Galata Fotgrafhanesi piştî qetluama Somayê li gundê Elmadere yê ji bo 200 zarokan atolyeya zarokan li darxist. Ji Wênekêşên Galata Fotografhanesiyê Gulnaz Bîngol diyar kir ku wan ji bo zarokan deriyê cîhanek nû vekirine. Gulnaz da zanîn ku hema bêje hemû zarokên gund beşdarî atolyeya wêneyan dibin û atolye jiyana zarokan dide guherîn.


Galata Fotografhanesi li Îzmit, Sulukle, Roboskî û Wanê ji bo zarokan atolyeyên wêneyan vekirine. Niha jî piştî qetluama Somayê li gundê Elmadereyê ji bo 200 zarokan atolyeya wêneyan hatiye vekirin. Ji bo baş rêveçuna xebatên atolyeyê û di aliyê baş de zarok berewpêş biçin bi alîkariya derunasan xebatên atolyeyê tên birêvebirin û zarok jî ji vê xebatê memnunin. Girêdayî xebatên Galata Fotografhanesi ya ji bo zarokên li cihên felaket lê çêdinin Gulnaz Bîngol got: “Em her  dem li cihên felaketê ji bo zarokan atolyeyan derdixin. Ji ber tenê wê demê mirov pereyan bidin. Dema ku felaket nebe mînak li gundek yê Afyonê me gelek dixwest em ji bo zarokan çend hefteyan bê muçe ji bo zarokan atolyeyekê vekin. Lê mixabin ev ne gengazbû.”


‘Zarok ji her kesê xelatan hêvî dikin’


Gulnaz ji bo atolyeyê wiha got: “Zarok ji herkesê xelatan hêvî dikin.  Her kesên tên gund zarok li dorê digerin û dibêjin ‘ka we ji bom e çî anî.’ Alîkarî kirin tuştek başe lê dema ku ne bi hişmendî be bûyerên nerênî derdixin. Di vê mijarê de derunasên dilxwaz jî xebatek mezin kirin.”


‘Me xwe gihand zarokên din ava zeviyan de dixebitin jî’


Gulnaz da zanîn ku ji wênekêşên Galata Fotografhanesi 40 wênekêş bi dilxwazî li Somayê perwerdê didin û wiha domand: “Me zarok kirin sê gurub û bi wî awayî perwerde dida wan. Di xebatê de ji bo zarokên biçuk û na xebitin weke guruba A 8 hefteyan di hefteyê de 5 rojan perwerde dida. Zarokên ku bi roj di zeviyên pembû û tutinê de dixebitin jî weke guruba B di saetên şevê de ji bo wan atolye dihat vekirin. D i nava hefteyê de 5 roj û rojên dawiya hefteyê jî pêşangihên biçuk vedikirin. Her wiha guruba C ya ku temenê wan dinavbera 15-20’ê de jî hebûn. Me perwerdeya foto û roportajê dida wan. Em pîlan dikin ku salekdinê jî perwerde bidin van. Dema ku ew jî qediya  bi karê ku hîn bûne pirtûkekê biweşînin.”


‘Em hewil didin zarokan ji nava jiyana wan ya heyî derxînin’


Gulnaz wiha berdewam kir: “Ew wêneyên zarok dikişînin mirovên gihandî nikarin bikişînin.” Gulnaz anî ziman ku berîniha jî xebatên wiha yên wênekêşiyê li Roboskî û Wanê kirine û zarokên di wan atolyeyan de perwerde dîtine bûne wênekêşên baş û wiha pêde çu: “Armanca me ya bingehîn ne mezinkirina zarokên wênevanin. Armanca me ji bo zarok ew hirsa di hindirê xwe de derxîne û hunerê xwe pêşkêş bikin.”


‘Civak xwedî l ime derketin’


Sezai Yildirim yê k udi qetluama Somayê de du birayên xwe wendakirî got: “Ez jî du zarokên xwe dişînim atolyeyê. Li vêderê ji derveyî madencitiyê wekedinê em kar nabînin. Ji derveyî madencitiyê wekedinê derfetên me nîne. Em dixwazin dewlet ji bo vê çareyekê bibînin. Em cihê kar dixwazin lê pir daxwazên me li ber çavan nagirin. Du birayên min di madenê de jiyana xwe ji  dest dan, cardin jî ji bo ku ez biçim madenê hîna ji bom in şirketa madenê kaxidan dişîne. Me her dem ji dewletê muameleyên wiha dîtine. Dema ku em dibînin mirovên dilxwaz tên li gundê me perwerdê didin zarokên me ev yek me şanaz dike. Ew nirxên kum e ji dewletê neditiye em ji wan dibînin.”


‘Bi zarokan re guherînên giring çêbûne’


Sezai anî ziman k udi dema despêka xebata atolyeyê de ew hinek bi guman nêzbûne, lê paşê dîtine xebatek başe eleqeyek mezin nîşan dane û wiha got: “Me dît ku dikarin tuştekê hînî zarokên me bikin. Bê guman hinek zarokên gelek nesekinî hene û kes nikare tuşetkê hînî wan bike. Lê ew dibînin bi piraniya zarokan re guherînên mezin çêbûne.”


‘Êdî ew dikarin cuda li her tuştî binêrin’


Lawê Sezai Yildirim Berkay Yildirim yê 14 salî jî da zanîn ku ji despêka atolyeyê heya niha ew beşdarbûye û wiha domand: “Ez êdî bi çavek cuda li her tuştî dinêrim. Atolyeyê nêrîna me guherand. Berê carnan min bi telegonê wêne dikişand. Lê min xebitandina wênekêşê nedizanî. Dema ku wêneyên min kişandî ji aliyê gelek hevalên min ve hatin ecibandin ez gelek şanazbûm. Ez gelek sipasiya mamostayên xwe jî dikim ku bê rawestan dixebitîn. Min gelek ji wan hezkir. Ew hem mamosta û hem jî weke hevalên min bûn.”


 (zt)