Weke şer feqîrî jî herî zêde jinan bandor dike!

11:53

Handan Tufan / JINHA


MANİSA – Ji ber polîtîkaya dewlet û hikumetê ya aboriyê malbat dibin şertên zor de jiyan dikin û dixebitin û dibin sînorê birçîbûnê de hewil didin jiyana xwe berdewam bikin. Weke şer feqîrî jî herî zêde jinan bandor dike. Jinên ji ji ber feqiriyê ji navendên cuda yên herêmê û Tirkiyê tên Manîsayê tirê diçinin zoriyên jiyana xwe vegotin.


Li navçeya Turgutliyê ya Manisayê di her gavekê de rezek yê tirî heye. Di bin germa rojê de jin û mêr ruyê xwe baş girê didin û bê navber dixebitin. Di tevahiya xebata navar ezan ya rojanede hinek qet li dora xwe nanêrin bê navber dixebitin, hinek jî feqiriya xwe sucdar dikin û wiha heya êvarî bê navber dixebitin. Serserê wan jî petron hene nahêlin ew qet rawestin. Li gel wê jî hinek jin jiyan û xebata xwe vedibêjin. Jinên karker yên ku ruyên xwe girtine ji navê xwe gotinê direvin. Ew bi gotinên weke “Feqiriyê em anîne van deran. Heger ne ji feqiriyêbana maç î karê me li vanderan ketiye” raperînê dikin. Jinên li konê beranber jî dimînin bi gotinên weke “Em dibin van konan de jiyan dikin. Emê ji bo we çî bêjin” bersivê didin. Jinan diyar kirin ku ew rojê 40 TL yan digirin, ji wê jî 5 TL yan didin berpirsê li gel wan. Jinan dan zanîn ku ew piranî karên li hevdanê dikin û gotin: “Em komkirina tirî bi 40 TL yan dikin. Em tirî dayîna tavê jî bi 45 TL yan dikin. Kêşana wê jî mêr dikin. Mêr jî rojê 50 TL yan digirin.”


‘Di navar ez de tirî, din ava kon de jî paqijî’


Ji jinanSabiha Kaya diyar kir ku ev 16 rojin ew li gel malbata xwe hatine li wê. Sabiha ya 14 salî da zanîn ku yek ji wan tirî komdike, yek dide tavê û yê dinê jî dikêşe. Sabiha anî ziman ku wê dest ji dibistanê berdaye û got: “Em saet di 07.00 an de diçin tirî komkirinê. Em heya saet 17.00 an de tirî kom dikin û li wê dest ji kar berdidin. Lê karê me naqede. Em tên malê jî kar dikin. Em di hindirê malê de jî xwarinê çêdikin, avê dikêşin û kincan dişun.” Xwişka Sabiha Sevgî jî da zanîn ku ev nêzî 6 salane ew li gel malbata xwe her havîn tên kar û wiha domand: “Şertên jiyana me gelek zorin. Em karê nava rezan û yê nava malê dikin, dibînin bûye derengiya şevê hîna emê dixebitin. Rojên me wiha derbasdibin. Emê hîna 25 rojên dinê li vêderêbin. Paşê jî emê biçin Edirne ji bo komkirina petatan.”


‘Ez çima bêm?’


Anzile ya 14 salî k udi heman rezî de tirî kom dike jî destnîşan kir ku ew li gel malbata xwe hatiye û got: “Ez jî li gel malbata xwe tirî komdikim. Li gel vê jî ez li xwişk û birayên xwe dinêrim. Hatina vêderê komkirina tirî ne tercîha mine. Ji ber sedemên aborî ez neçarim li gel malbata xwe bixebitim.” Kibar Gulalan keça xwe Mihrîban girte gel xwe û axivî. Kibar diyar kir ku ew ji feqîriya xwe din ava rezan de dixebitin û wiha domand: “Em di konan de dimînin. Ev 5 mehe em di bin konan de dixebitin. Rewşa me gelek xirabe. Pereyê ku em digirin jî beşek gelek kêm ji bom e dimîne. Emê hîna demeke dinê jî bimînin û paşê vegerin memeleketê xwe. Heger feqîrî nebana ma emê çima hatibana van cihan?”


 (zt)