Li Meletiyeyê jinan êrîşênDAIŞ’ê protestokirin

13:44

JINHA


MELETÎ – Endamên Platforman Jinan ya Şaxa KESK’ê ya Meletiyayê bi boneya şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Kurdên Êzidî û jinan daxuyaniyek dan çapemeniyê û gotin: “Ji bo avakirina civakek jin têde azad û wekhev û ji bo pêşerojek nû ji hemû ziman, çand, bawerî û gelan emê weke jin berxwedana xwe berdewam bikin.”  


Jinên Endamên Platforma Jinan ya Şaxa KESK’ê ya Meletiyeyê ji bo protestokirina kirinên dijmirovane yên çeteyên DAIŞ’ê ser jinan li ber Şaxa Egitim-Sen a Meletyeyê hatin bahev heya ber Navenda Postaneyê meşiyan. Di meşê de pankartên weke “Emê şerê li Rojhilatanavîn û qirkirina jinan rawestînin!” hatin hildan. Di meşê de dem dem siloganên weke “Bila DAIŞ ji Rojhilatanavîn derkevin”, “Gelê Êzidî ne bitenêne” û “Bijî hevgirtina jinan” dihatin bilind kirin. Piştî meşê li ber postaxaneyê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Sekretera Jinan ya Şaxa Egîtîm – Sena Meletyeyê Canan Îşlek ve hat xwendin. Canan diyar kir ku qirkirina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê dike de herî zêde jin bandorbûne, bi hezaran jin hatine qetilkirin, bi hezaran hatine tecawîz kirin û hatine firotin. Canan bibîrxist kul i Şengalê ev meheke êrîşên çeteyên DAIŞ’ê berdewam dike û wiha got: “Jin û zarokên Êzidiyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyane xwe li çiyayê Şengalê bi cîh kirine jî ji ber nebûna xwarin û avê ji ber germa rojê xwe didin ber sîbera daran bi wî awayî di şertên dijwar denin.”


Canan da zanîn ku ji van bûyerên hovane Tirkiye jî berpirse û wiha domand: “Yên ku ser beden û giyana jinan êrîşên herî mezin dikin çeteyên DAIŞ’ê û dewletên ku çavên xwe li kirinên wan di girinin. Tirkiye jî din ava wê îstismar, tecawîz û qirkirina ser jin û zarokên Êzidî tê kirine.”


Canan destnîşankir ku ji bo k udi parvekirina Rojhilatanavîn de jin cardin nebin qurban û wiha berdewam kir: “Em di serî de bang li hemû yên paya wan di vî şerî de hene, deshilatiya AKP’ê û hemû dewletên cîhanê dikin. Netewên Yekbûyî jî di navê de em bang li hemû saziyên navnetewi dikin û dibêjin ‘çavên xwe li qirkirinan negirin.’ Ji bo avakirina civakek jin têde azad û wekhev û ji bo pêşerojek nû ji hemû ziman, çand, bawerî û gelan emê weke jin berxwedana xwe berdewam bikin.”  


 (zt)