1’emîn Konferansa Jinan ya Herêma Lîcê ya Şehîd Kendal hat li darxistin
16:43
JINHA
AMED – Li herêma “Şehîdgeha Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed” ya li gundê SîSê yê Lîcê bi tevlîbûna hezaran jinan 1’emîn Konferansa Jinan ya Herêma Lîcê ya Şehîd Kendal hat li darxistin. Jinan balkişandin ser êrîşên DAIŞ’ê û biryara bi her awayî bilindkirina giyana tekoşînê dan.
Li herêma “Şehîdgeha Şehîd Hêvîdar û Şehîd Amed” ya li gundê SîSê yê Lîcê bi tevlîbûna hezaran jinan 1’emîn Konferansa Jinan y Herêma Lîcê ya Şehîd Kendal hat li darxistin. Ji derdor û navenda Lîcê bi hezaran jin beşdarî konferansê bûn. Di Salona Konferansê de posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alayên PKK, YPJ STAR û PAJK’ê li gel posterên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên ku li Parîsê hatin qetilkirin hatibûn hildan. Konferansê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê kesên di tekoşîna azdiyê de jiyana xwe ji dest dane despêkir.
‘Emê bi giyana berxwedanê tekoşînê bilind bikin’
Di konferansê de hat diyarkirin ku dê jin bi parastina rewa tekoşînê bilind bikin û dê berxwedana Şengal, Mexmûr û Rojava bê bilind kirin. Her wiha hat zanîn ku dê jin bi giyana berxwedanê tekoşînê bilind bikin û wiha hat gotin: “Di rojekê de 150 î zarok ji tîna mirin. Em weke jin li hemberî vana berpirsyarin. Heger kes nekeve nava tevgerê jî divê jin bikevin nava tevgerê. Divê jin ji malên xwe derkevin û raperînê bikin. Ji ber jin xwedî wijdan û ehlaqin. Ne gengaze kul i cihek yê bi hezaran zarok ji tîna bimirin jin bê deng bimînin. Yên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer bikin dê dîsan jin bin.”
‘Em jin dê weke berê nejîn’
Jinan destnîşan kirin ku dê li pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin xwedî derkevin û wiha domandin: “Serokê me ji bom e dibêje ‘Bila jin mereq nekin ez azadim û dê jin jî azad bibin.’ Em jin weke jin dê êdî dibin sîbera mêran de jiyan nekin. Dibin sîbera mêran de jiyan kirin tê wateya pejirandina koletiyê.”
Çêkirina bendav û qereqolan berdewam dike
Jinan anîn ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriyê daye despêkirin, dewlet jî çêkirina bendav û qereqolan berdewam dike û wiha berdwam kirin: “Xwezaya Kurdistanê qetildikin. Di bernameyên wan de çêkirina bendavan berdewam dike. Dê bi çêkirina van bendavan 120 gund dibin avê de bimînin. Heya niha dewlet me mijul dike. Hîna zagonên dê derkevin derneketine.”
Paşê jî ji bo meclisan nirxandin hatin kirin. Dê piştî nirxandinan jî hilbijartinên ji bo meclisan bên kirin…
Konferans bi berdewamkirina nîqaşan berdewam dike.
(zt)

