Gulîstan Akel: Cîhan li hember DAIŞ’ê bê denge

08:42

Tekoşin Tekin- Derya Ceylan / JINHA


ÊLIH – Piştî Rojava vêcarê jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin bi hezaran kurdên Êzidî qetilkirin û bi hezaran jî neçar man koç kirin. Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel balkişand ser bêdengiya tevahî cîhanê ya li hemberî van kirinên hovane û got: “Ya ku çeteyên DAIŞ’ê xwestin li Rojava bikin bi ser neketin, vê carê jî xwestin li Şengalê bi ser bixin. Ji ber wê jî li Şengalê ser gelê Êzidî qetluam  kirin.”


Despêkê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Rojava kirin û paşê jî li Herêma Federala Kurdistanê Musil û Şengalê êrîşên xwe berdewam kirin. Ji ber wan êrîşên hovane bi hezaran mirov hatin qetilkirin û bi hezaran jî neçarman ji cîh û warên xwe koçber bibin. Hevşaredara Êlihê Gulîstan Ake girêdayî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dema dawî ser Şengalê k udi encamê de qetluam ser gelê Êzidî kirin û bi hezaran Êzidiyên ku neçar koç bikin niraxandin kir. Gulîstan diyar kir ku cîhan hemû hesabên xwe ser Rojhilatanavîn dikin. Gulîstan da zanîn ku êrîşên ser Şengal û Rojava ne tesadufin, ev encama polîtîkayên dewletan yên ser Rojhilatanavîne.


‘Hebûna Rojava ji bo xwe weke tehdîdekê dibînin’


Gulîstan anî ziman ku ji bo fetisandina şoreşa Rojava dewletên deshilatdar ser Rojhilatanavîn pêvajoyek dane despêkirin û wiha got: “Li Rojava gel bi xwe di meclisên xwe de biryaran digirin û xwe bi rêvedibin. Ev xweseriyên şoreşê yên giringin. Ji ber wê jî hemû dewletên deshilat hebûna Rojava ji bo xwe weke tehdîdekê dibînin.”


‘Li Şengalê qirkirinek mezin hat kirin’


Gulîstan destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê ya ku nekarîn li Rojava biser bixin xwestin li Şengalê bikin û wiha domand: “DAIŞ bi tayîbetî ser jin û zarokan qirkirinê dike. Her dera ku dikevitê bi qirkirin, tecawîzê û di bazaran de firotina jinan dike. Ew mirov nasnameya wan çiye, kîjan îdeolojiyê diparêzin hemûyan dide nava hev û ser wan qirkirinan dike. Ji xwe tabloyên kirinên wan li ber çavanin.”


‘Li hemberî DAIŞ’ê kurd bûn yek’


Gulîstan balkişand ser li Herêma Federala Kurdistanê yekgirtina kurdan ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û wiha berdewam kir: “Niha HPG, YPG û pêşmerge di çeperên berxwedanê de parastina rewa ya hevbeş avakirine. Ev hêza parastinê ya netewî gelek giringe û di heman demê de ji bo kurdistanê nirxek mezine. Lê li gel van nirxan tirajediyên ku hatin jiyan kirin jî bandora xwe li hemû bajarên Kurdistanê kirin. Nihal i çar aliyê Kurdistanê gelê Êzidiyê ku ji ber qirkirinê dinale heye.”


‘Êzidî niha din ava şînê de dijîn’


Gulîstan ji bo Êzidiyên tên Êlihê jî got: “Ji mala xwe derketin û axa xwe berdan êşek mezine. Li gel vê jî mirovên xwe yên nêz wendakirin û zarokên xwe yên biçuk li aliyê din yê sînor hêlan êşek hêj mezintire. Ji ber  wê jî niha gelê Êzidî din ava şînê de jiyan dikin. Niha Êzidî travmayek ya ku ne diyar dê heya kengê berdewam bike dijîn. Ev ne tenê ji bo wan herwiha ji bom e jî êşek girane. Niha pêvajoyek ya şînê heye. Heger ev ji bom e ewqas giran û bi êşbe ji xwe yên ku bi xwe din ava qirkirinê de û bi xwe jiyan kirî ji xwe ser wana fikirîn û heta qirkirinek wiha texmîn kirin jî weke ne gengaze tê dîtin.”


(zt)