Sakîne Kobanê: Pirsgirêka îro tê jiyîn ya tevayî Rojhelatanavîne

08:44

Remziye Yardimci /JINHA


ÎZMÎR – Girêdayî şoreşa Rojava û rewşa ku niha Rojhelatanavîn di navdeya hevpeyîvînek li gel Sakîne Kobanê. Sakîne wiha dibêje: “Ev demdirêje li Rojhelatanavîn şerek tê meşandin. Despêkê li dewletên Ereban despêkir û heya Surî hat. Pirsgirêk ne tenê ya dewletên erebane. Pirsgirêk ya tevayî Rojhelatanavîne. Sedemê van hemû pirsgirêkan jî deshilatî û rêveberiya dewletên Rojhelatanavîn ya diktetore.”


Berî niha 3 salan li Surî şerê navxweyî derket û hîna berdewame. Din ava wî şerî de li Rojava gelê kurd di 19’ê Tîrmeha sala 2011’an de di bin pêşengiya jinan de şoreşa Rojava dan despêkirin. Her ku diçe gelê Rojava rêxistina xwe mezin dikin. Li Rojava dest bi jiyanek nû ya li gorî xweseriya demokratîk hatiye kirin. Hêzên deshilat ji vê pêşketina wan bi hêrsin û hezim nakin. Ji ber vê bê tehmûliyê hêzên deshilat bi navê DAIŞ’ê rêxistinek hovane ya çeteyan avakirine. Ev rêxistina DAIŞ’ê ya çeteyan li hemberî Rojava û hemû kurdan şer dikin. Li gel ku çete ji hêzên serdest jî alîkariyê digirin, lê kurd bi vîna xwe ya cewherî li hemberî wan û hemû hêza wan ya teknîkî şer dikin û bi ser dikevin. Di vî derbarî de girêdayî rewşa heyî û pêvajoya ku em niha di navê denin li Girtîgeha Şakranê Sakîne Kobanê ji JINHA yê re axivî.


Li gel 3’emîn salvegera şoreşa Rojava jî hîna êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê ku hêza xwe ji dewletên serdest digirin berdewame ser Rojava. Hun jî ji girtîgehê li gorî derfetên xwe rewşê dişopînin; hun van êrîşan çawan dinirxînin?


Ev demdirêje li Rojhelatanavîn şerek tê meşandin. Despêkê li dewletên Ereban despêkir û heya Surî hat. Pirsgirêk ne tenê ya dewletên erebane. Pirsgirêk ya tevayî Rojhelatanavîne. Sedemê van hemû pirsgirêkan jî deshilatî û rêveberiya dewletên Rojhelatanavîn ya diktetore. Ev şêweyê revebiriyê nakokiyan navbera gelan de zêde dikin. Li cihê pirsgirêkan çareserbikin zêdetir kur dikin. Ev pirsgirêk û nakokî jî dibe sedema şerek wiha. Dema k udi asta rêveberiyê de guherîn çênebin, gel bi xwe dikevin nava raperînê. Ji ber civak heyînek zindiye û her dem pêdiviya wê bi guherînan heye. Weke tê zanîn erdnîgariya Rojhelatanavîn erdnîgariyek herî dewlemende; lê gelên ser jiyan dikin gelên herî feqîr û hejarin. Gel jî êdî di ferqa vêdene ku ev hemû ji ber rêveberiyên berjewendîperest bi serê wan tê. Li aliyekê jî dewletên Rojhelatanavîn hemû pişta xwe dispêrin dewletên Rojava. Ji xwe berjewendiyên dewletên Rojava di vî şerî de hene û ew pişgiriya şer dikin. Ji ber wê jî divê din ava Rojhelatanavîn de bi dengê gel rêveberî bê hilbijartin û ew rêveberî bi awayekî demokratîk pêşengiyê ji gel re bikin.


‘Niha Rojava bersiva van hemû pirsgirêk û nakokiyane’


Ji xwe niha Rojava bersiva van hemû pirsgirêk û nakokiyane. Di heman demê de niha Rojava bûye modela herî nûjen ya Rojhelatanavîn. Ji ber modela jiyanê ya kul i Rojava ketiyî meryetê modela xweseriya demokratîke û pişta xwe dispêre civakê. Nihal i Rojava projeya Rêberê gelê kurd derket holê û ev yek xeyalê me hemûyenbû. Civak jî dibîne modela jiyanê ya Rojava ji bo hemû pirsgirêkan çareseriyê dibîne. Ji ber rêveberî, hêz û saziyên li wê kar dikin hemû pişta xwe dispêrin civakê. Ji xwe li wê ne tenê kurd; di heman demê de hemû gelên ser wê erdnîgariyê dijîn weke ereb, suryanî û wekedin bi hevre dijîn û xwe bi rêve dibin. Ji ber wê jî dewletên netew vê modela jiyanê ji bo xwe weke tehdîdekê dibînin. Derxistina van çeteyan jî komployek navnetewiye. Ne tenê li hemberî Rojavan di heman demê de li hemberî tevayî Rojhelatanavîn tehdîdeke. Tê dîtin ku Rojava xwe naspêre tu dewletên bê hêz û bê parastin, lê dîsan jî hemû hêza wan li hemberî berxwedana Rojava qîmnake.


 ‘Rojava dilê Rojhelatanavîne’


Îro Rojava dilê Rojhelatanavîne. Heger mînaka jiyanê ya kul i Rojava şînbûye bê tunekirin, ev yek derbeyek li hemberî vîna gelane. Bi destxistina Musilê ewqasî hêsan nebû. Ji berk u hêzên rêdidin çeteyan û wan têde bicîh dikin hene. Ji ber wê jî Musil girtin. Ji xwe êrîşên çeteyan yên li hemberî Rojava ne êrîşên komên çetene. Di heman demê de êrîşên pergala netew dewletê ya li hemberî pergala nûye. Rojava Ronesansa Rojhelatanavîne.


Her şoreş li gerî xwe di nava xwe de cudatiyan dihewîne. Li gerî we cudatiyên şoreşa Rojava çîne?


Rêberê gelê Kurd Abdullha Ocalan demek dirêj li Rojava maye. Li wê kedek mezin daye. Îro li Rojava şoreşa gel ya k udi bin pêşengiya jinan de despêkirî encamê keda Rêberê gelê kurde. Dibe ku pergalek weke ya îro nebû. Lê gel şiyarbû, di  ferqa netewe, çand, ziman û nasnameya xwedebûn. Şiyarbûnek ya netewî hebû. Tecrubeyên rêxistinê yên 40 salan heye. Ji despêka derketina rêxistinê heya niha gelek ji Rojava tevlîbûna nava refên PKK’ê çêdibû. Ji ber şiyariya giyana netewî û rêxistinî dema k udi Surî de alozî derket hema gel rêxistina xwe çêkir û bi her awayî dest bi sazîbûna pergala xwe ya xweseriya demokratîk kir. Hemû gelan bi hev re li wê rêveberiya xwe avakirin. Ev  bû sedem li wê yekgirtina gelan çêkirin û dibin pêşengiya jinê de şoreş li darxistin. Çawa ku îro di şerde ciwan dayîk û bav, pîr û kal cihê xwe digirin din ava sazîbûyînê de jî bi heman awayî xwe bi rêxistin dikin. Jiyanek wan ya têr û tejî heye. Tenê ne di aliyê şer de di her aliyê jiyanê de niha rêveberiyê ji pergala nû re dikin.


‘Rojava deriyê xwe ji hemû cudatiyê re vekiriye’


Weke dinê jî di Rojava de ne tenê kurd hemû gelên ser wê erdnîgariyê dijîn weke ereb, suryanî û wekedinê hemû bi hev re rêxistina xwe çêdikin û karê pêwîst hemû bi hev re dikin. Din ava netewe dewletê de cuda li welatîbûnê tê nêrîn. Lê din ava pergala Rojava de her kes weke welatiyek azad bi hişmendiya netewa demokratîk din ava demokrasiyek radîkal de nûneriya xwe dikin. Rojava deriyê xwe ji hemû cudatiyê re vekiriye. Îro li Rojava gel bi xwe rêveberiya xwe dikin. Ev nîşan dide ku gel bê dewlet dikare bi xwe nûneriya xwe bike. Deshilatiyê civak kole kiriye. Îro li Rojava civakê bêhnek girt.


‘Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê tê bin av kirin’


Cudatiyek din jî ya Şoreşa Rojava di aliyê jinan deye. Weke tê zanîn şoreşa Rojava weke şoreş jinê tê bin av kirin. Rêberê gelê kurd rol, giringî û mîsyonek gelek mezin dide jinan. Îro di Rojava de jinên kurd vîna xwe ya azad didin nîşandan. Di şer de vîna xwe nîşana jinan di Rojhelatanavîn de pêşketinek mezine. Ev hêza jinan nîşan dide ku jin dikare xwe û erdnîgariya xwe bi parêzin. Her wiha ne tenê di şer de jin din ava hemû karên şoreşê de cîh digirin. Jinan bi pergala hevserokatiyê di siyasetê, aboriyê û hemû aliyên jiyanê de xwe bi cîh kirine. Gelê kurd û tayîbetî jî jinên kurd di pergala hevserokatiyê de pêngavên giring avêtine. Mirov dikare bêje niha Rojava pergala neolotîkê jiyan dike. Ev jî hem din ava Rojhelatanavîn de hem jî din ava tevayî cîhanê de cudahiyek giringe.


Weke tê dîtin modela jiyanê ya Rojava lig ora giyana demêye û her kes vê weke mînak nîşan dide. Li gorî we ev di jiyanê de xwe çawan dide nîşandan û di anva jiyana rojanede bandorek çawan dide diyarkirin?   


Ji xwe divê ev model din ava jiyanê de derkeve ji bo ku naveroka wê bi cewherek başî bê dagirtin. Mînak niha birayê min û jinbira min di çeperan de li hemberî çeteyan şer dikin. Ev tê wateya di jiyanê de vîna jinan nîşandane. Li wê hişmendiya heyî tê guherîn û hişmendiyek nû tê avakirin. Guherîna hişmendiyê di heman demê de bandora xwe li jiyanê jî dike. Divê jin din ava jiyanê de jî li hemberî pergala baviksalariyê tekoşînê bike. Niha civaka Rojava ji guherînan re destdaye. Ev hişmendiya nû ya kul i wê pêşdikeve hîna di aliyê zayendî û ekolojîk de hestiyare. Baweriya jinan bi wan tê û bi wî awayî din ava jiyanê de reng û vîna xwe nîşan didin. Ev jî dihêle ku civak bi hişmendî û hoyê jinê tevbigere.


Herî dawî hestên we li hemberî şoreşa Rojava çawaye? Di girtîgehê de giyanê şoreşa Rojava çawan we bandor dike û bi were çawan pêşdikeve?


Dema kum in despêkê li dîmenên îlankirina şoreşa Rojava nêrî ez hem gelek kêfxweş û hem jî gelek xemgîn bûm. Ez li ser wê erdnîgariyê mezin bûme. Bi saya Rêberê gelê kurd min kurdbûna xwe naskir. Xeyalên me yên bi salan li Rojava derket. Ev di hest û roman de bandorekê çêdike. Dema ku min cara yekem ew dîmen dîtin qet ne hêsane bi çend hevokan ez bikarim hest û hîsên xwe yên wan rojan bînim ziman. Her çendî kum in xwe qayîm digirt hema bi carekê min dît rondik ji çavên min diherikin. Ev demeke dirêje ez ji wê erdnîgariyê durim. Hema wê kêliyê min di xwest ez jî din ava wan dîmenan debim. Di wan kêliyan de pirsa dê pêşeroja şoreşê çawan be dihat bîra min. Îro li Kobanê şerek dijwar heye. Ji berk u nikarim xwe bigihînim wan wê erdnîgariya bedew ku niha bûye qada şer weke k udi hindirê min de falkan di teqin. Ev şer ji bo gelê kurd şerê hebûn û tunebûnêye. Ev ji bo gelê kurd ezmunek dîrokiye. Hinek kurd bi çeteyan re li hemberî Rojava din ava hevkariyê denin. Ev yek mirovan di êşîne. Lê li aliyê dinê jî  li hember çeteyan em dibînin hemû kurd bi kurdên Rojava re din ava hevkariyêdene. Ji ber wê jî baweriya min bi serkeftina gelê kurd heye heya dawiyê. Heger îro jin, mêr, pîr û kal li kêleka hev şer dike. Ev yek bawerî û hêviyek mezin dide mirovan.


(ry/zt)