Li Amedê serdegirtinên malan
09:24
JINHA
AMED - Li Amedê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Hate hînbûn ku di encama serdagirtina malan de binçavkirin çêbûn.
Li navçeyên Rezan û Yenîşehîr ên Amedê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan li taxa Korhat a navçeya Rezan û taxa Fîskaya ya navçeya Yenîşehîrê serdagirtin pêk anîn. Di serdagirtinên gelek polîs tevlî bûn de helîkoptera polîsan jî di operasyonê de cih girt. Hate hînbûn ku polîsan deriyên hinek malan şikandin û wisa ketin hundir. Hate ragihandin ku di dema lêgerîna malan de hinek kes hatin binçavkirin. Hate zanîn ku heya niha 3 ciwan hatin binçavkirin û dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.
Sedema binçavkirinan nehate zanîn û kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
(zt)
