Jin: Walî û qeymeqam ne muhatabên mene

10:19

Zehra Dogan-Dilan Karamanoglu/JINHA


STENBOL Aktivistên jin yên Stenbolê diyar kirin ku lêpirsîna ku li Amed û navçeyên wê hemberî pergala hevserokatiyê hatî despêkirin êrîşek hemberî gelê kurde û gotin: “Heger tundî bibin jî dê qazanca jinan pergala hevserokatiyê berdewam bike. Walî û qeymeqam ne muhatabên mene.”


Waliyê Amedê bi gotinên “Di zagonan de bi navê hevserokatiyê tu organ û kadro nîne” ji bo biryara Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ya “Rêvebirina xebatên hevserokan” îptal bike serî li Mahkemeya Îdari ya 3’emîn da. Di heman demê de di meha tîrmehê de li navçeyên weke Lîce, Erxenî, Çinar, Hazro, Bîsmîl, Pasur û Farqînê bi zêdehiya dengan “Peyîwira hevserokatiyê û rêvebirina xebatan” hatibû pejirandin, ew jî ji aliyê qeymeqamê navçeyan bi awayê “rawestandina rêveberiyê” li gorî daxwaza xwe doz vekiriye.


‘Ev nêzîkatiyek yê hişmendiya mêraneye’


Aktivistên tevgerên jinan yên Stenbolê bertek nîşanî dozên li pergala hevserokatiyê hatîn vekirin dan. Aktivista Ji bo Aştiyê Hewla Jinan (BÎKG) ê Nimet Tanrikulu diyar kir k udi demak wiha ya pêvajoya çareseriyê de li Tirkiyê ji bo mijarek wiha doz vekirin li dijî demokrasiyê ye û got: “Ev hilberînek yê pergala hişmendiya mêrane. Niha partiyên siyasi bi pergala hevserokatiyê dikevin nava zagonan. Din ava vê de qeymeqamî jî heye. Ji ber wê jî pergala mêrane ji bo pergalek wiha astengiyan derdixe.”


‘Cardin jin hedef hatin nîşandan’


Nîmet anî ziman ku qeymeqamiyê tenê ne li pergala hevserokatiyê doz vekiriye û wiha domand: “Qeymeqam dixwaze pergala hevserokatiyê weke bihane nîşan bide û êrîşî gelê li herêmê jiyanek demokratîk avadikin bike. Carekedinê jin hedef hatin nîşandan. Di dîrokê de jî mînakên weke van kirinan nayên dîtin. Di dîrokê de pergala hevserokatiyê tenê em dikarin di dîroka tekoşîna kurdan de bibînin. Di vê wateyê de em li bendêne qazancên mezintir bidest bixin, ji bo wê jî astengiyên ku walî û qeyîmeqam derdixin ji bo xebatên me nabin asteng û ji xwe ew ne mihatabên mene.”


‘Bêyî guhdayîna giliyan rê berdewam bikin’


Endama Egîtîm-Senê Done Gevher jî diyar kir ku dibin nêzîkatiyek wiha de hişmendiya mêran heye û got: “Ji ber wê jî em weke KESK’ê jî derbazî pergala hevserokatiyê bûn. Ji ber wê jî em guh nadin giliyên hatine kirin. Emê tekoşîna xwe ya jinan heya dawiyê berdwam bikin. Ji ber wê jî ez bang li hemû sendîkayan dikim bila derbazî pergala hevserokatiyê bibin.”


‘Dewlet naxwaze jinan bibîne’


Berdevka Demê ya KESK’ê Fadime Kavak jî da zanîn ku heta niha dewletê tu maf nedaye jinan û wiha got: “Heta niha tucarî dewletê ji bo jinan negotiye ‘ev mafêntene ha ji bot e bigire.’ Heta niha jin li peyî mafên xwe rawestane û tekoşîn kirine. Pergala hevserokatiyê jî jinan bi keda xwe avakiriye. Ji ber wê jî her çiqasî astengî hebin hî dê jin pergala hevserokatiyê berdewam bike. Diyare ku deskeftiyên jinan pergala hişmendiya mêran aciz dike. Ji ber dema jin bên dîtin dê pirsgirêkên wan jî li ber çavan bên girtin û girêdayî wan biryar jî bên girtin. Ev jî ji bo nêzîkatiya mêran ya dewletê çep dikeve. Ji ber wê jî dê tundiya dewletê berdewam bike. Dê di heman demê de tekoşîna jinan jî berdewam bike.”


‘Dewlet nikare qazancên tevgera gelê kurd tune bike’


Fadime balkişand ser di tevgara gelê kurd de asta ku qazancên jinan gihayê û wiha domand: “Niha dibin pêşengiya tevgera gelê kurd de gelek cihên weke meclisên taxan, meclisên bajaran, beşên jinan û tevgera jinan hatine avakirin. Di rêveberiyên herêmî de di serî de jin dema ku welatî deng nedin nikarin projeyekê îmza bikin. Ji ber dewletê qazancek wiha nîne dixwaze van qazancan serabin bike û tune bike. Tu dewlet polîtîkayek gotinên jinan derxistina pêş naşopîne. Li peyî vê piratîkên tevgera kurdan heye ji ber wê jî dixwaze asteng bike.”


‘Emê di pêvajoya xwe ya çareseriyê de bi israrbin’


Fadîme anî ziman ku bi rastî jî hikumet ne alîgirê aştiyê ye û wiha berdwam kir: “Pêvajoya çaresiyê ya ji aliyê dewletê ve tê rêvebirin ne gelek bi tendiruste. Dewlet bi hişmendiya xwe ya ‘ezê bêjim, ezê bikim, divê kes nebe’ li piş disekine. Ji vê re jî kibêje çareserî. Em tu çareseriya ku Rojhilatanavîn vegerandiye gola xwîn destek nakin. Emê di pêvajoya xwe ya aştiyê de israr bikin. Emê desturê nedin mîmarê şerê Suriyê Tirkiye derbazî welatê me jî bibe.”


 (zt)