Letîfa El-Hesen: Min soz da hevserê xwe ezê çeka wî li erdê nehêlim

10:46

JINHA


EFRÎN - Hevsera tekoşerê YPG'ê Adil Efrîn a bi navê Letîfa El-Hesen ji bo wefadariya bi hevserê xwe re û şopandina riya wî, tevlî nava refên YPJ'ê bû. Letîfa çeka hevserê xwe rakir û got: “Min soz da hevserê xwe ku ez çeka wî ya li dijî zilm û zordariyê rakiribû, hlgirim. Ez ê soza xwe bicih bînim û tevlî nava refên YPJ'ê bibim. Ez ê bi çeka Adilê nemir li dijî êrîşên dijminan bisekinim. Bê guman ez ê biser bikevim ji ber ku çeka wî çeka berxwedan û azadiyê ye. Tu hêzên dunyayê wê nikaribin bi hêza vîna min ya azad."


Letîfa El-Hesen a 21 salî hevsera tekoşer Adil Efrîn yê di pevçûnên bajarokê Cezaayê de jiyana xwe jidest da ye. Letîfa ji bo bicihanîna soza ku bi hevserê  xwe re dabû ku ew ê riya wî bişopîne û tekoşîna wî berdewam bike, tevlî nava refên YPJ'ê bû û çeka Adil hilda. Tenê keçeke wan heye. Keça wan ya bi navê Fistiqe,2 salî ye û niha bi malbata Adil re li Iraqê dijî .Tekoşer Adil ji bo kar û debara jiyanê beriya salekê bi hevser û keça xwe re çubû Iraqê.


Adil ji bo parastina kurdên Êzidî berê xwe da Şengalê


Piştî îlankirina seferberiyê li herêma kobanê Adil keça xwe li gel malbata xwe ya Iraqê hişt û ew hevsera xwe berê dan Kobanê. Piştre hevsera wî ji bo serdana malbata xwe çû herêma Efrînê. Adil li kobanê tevlî gelek şeran bûye. Paşê ji bo parastina gelê Kurd ê Êzidî berê xwe da Şengalê. Li wir jî tevlî gelek şeran bû. Herî dawî jî beşdarî berxwedana Cezaayê bû û li wir jiyana xwe ji dest da.


‘Min soz da hevserê xwe ezê çeka wî li erdê nehêlim’


Girêdayî sedemên tevlêbûna xwe di nava refên YPJ'ê de piştî ku hevserê wê jiyana xwe jidest da Letîfa El-Hesen wiha dibêje: "Min soz da hevserê xwe ku ez çeka wî ya li dijî zilm û zordariyê rakiribû, hlgirim. Ez ê soza xwe bicih bînim û tevlî nava refên YPJ'ê bibim. Ez ê bi çeka Adilê nemir li dijî êrîşên dijminan bisekinim. Bê guman ez ê biser bikevim ji ber ku çeka wî çeka berxwedan û azadiyê ye. Tu hêzên dunyayê wê nikaribin bi hêza vîna min ya azad."


letîfa diyar kir ku xwîna hevserê wê ku axa Rojavayê Kurdistanê av daye dê li erdê nemîne û bi hezaran şervanan  bafrîne û li şûnê wê gul û çîçekên buhara welatê azad û serbixwe jiyan bikin."


‘Letîfa nûneriya hevjîniya dirist û rêhevaliya jiyanê dike’


Malbatên Letîfe û Adil bi tevlîbûna wê gelekî kêfxweş bûn û gotin: “Letîfa nûneriya hevjîna dirist û rêhevaliya jiyanê dike.” Derbarê kurtejiyana tekoşer Adil û çîrokên şerên ku tevlî bûye Letîfa wiha tîne ziman: "Ji bo  kar û debara jiyanê ez, Adil û keça xwe em çûn Iraqê. Piştî li Kobanê seferberî hate îlankirin, me keça xwe li gel malbata Adil hişt û me berê xwe da Kobanê. Piştre ji bo serdana malbatê ez çûm Efrînê û Adil jî tevlî şerê parastina Kobanê bû. Piştî fermana 73'iyan bi serê gelê me yê Êzidî ve hat Adil berê xwe da Şengalê û tevlî gelek şeran bû. Herî dawî jî ew beşdarî şerê parastina Cezaayê bû û têde bi qehremanî û lehengî şehîd ket. Adil riya şehadetê dewam kir û tevlî karwanê şehîdên azadî û rûmetê bû."


Derbarê rewşa zaroka wan de jî Letîfa got: “Malbata Adil dê zaroka me xwedî bike û ji bo ku jiyaneke xweş bijî çi ji destê wan bê wê bikin."


(zt)