Dê dayîk çalakiya xwe ya runiştinê vegerînin gireva birçîbûnê

11:19

JINHA


AMED – Malbatên ku zarokên  wan beşdarî nava refên PKK’ê bûne ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Parqa Bîrdariyê ya li ber Walitiya Amedê dest bi çalakiya runiştinê kirbûn. Çalakiya malbatan di roja 74’an de berdewam dike. Dê dayîk çalakiya xwe ya runiştinê vegerînin gireva birçîbûnê.


Malbatên ku zarokên wan ji ber polîtîkaya AKP’ê ya li hemberî pirsgirêka kurd ya neçareseriyê tevlî nava refên PKK’ê bûne, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Parqa Bîrdariyê ya li ber Walitiya Amedê dest bi çalakiya runiştinê kirbûn. Çalakiya malbatan di roja 74’an de berdewam dike. Ji ber ev 2 mehin li hemberî çalakiya xwe bersivek negirtine dê îro bi daxuyaniyekê çalakiya xwe vegerînin gireva birçîbûnê. Dayîkên ku ev 74 rojin di konê li Parqa Bîrdariyê hatî vedan de çalakiya xwe berdewam dikin tevahiya rojê li wê dimînin. Di heman demê de dayîkan li wê jiyanek hevbeş avakirine û malbat jî alîkariyê didin çalakiya wan. Dayîk serê sibê zu şiyar dibin û li ber pankarta xwe ya ku ji bo çareseriyê telebên xwe têde anîne ziman taştê dixwin. Heta roj diqede hemû pêdiviyên xwe bi hev re tînin cîh.


Dayîkên kul i wê runiştine di her firsendê de dexwazên xwe yên ji bo çareseriyê tînin ziman. Her roj ji aliyê malbatan ve tên ziyaret kirin û malbat wan bi tenê nahêlin. Ciwan jî dem dem çalakiya wan ziyaret dikin û li wê çalakiyên cuda cuda lidar dixin. Dem dem rêxistinên navçeyên PHD’ê yên Amedê diçin ziyareta dayîkan û çalakiyê dewir digirin. Ev çalakiya dewir girtinê carnan ji aliyê saziyên civaka sivîl ve jî çêbûne. Duh jî endamên Platforma Şaxa KESK’ê ya Amedê alîkarî dan çalakiyê û çalakî dewir girtin.


Îro malbatan diyar kirin ku dê çalakiya xwe vegerînin çalakiya gireva birçîbûnê. Dê îro Rêxistina Navçeya PHD’ê ya Peyasê çalakiyê dewir bigire.


 (zt)