Jinên Şengalê: Em bi xêra PKK’ê xelas bûne

11:22

Zinarîn AYDIN / JINHA


DÊRIKÊ -  Ji kurdên Êzidî yên li qampa  newroz dijîn, herî zêde jin di nava tevgera jiyanê  de ne. Jinan gelek zehmetî di rê de kişandibûn heya gihan qampa Newroz. Gelek jin hatibûn qetil kirin. Hinek jê hatibûn revandin, hinek jê ji bo ku nekevin destê DAIŞ’ê  xwe ji zinaran avêtibûn an jî xwe bi kêrê kuştibûn. Jinên ku xwe xelas kirine jî bi geşel zehmetiyan re rû bi rû bûne. Jin ne tenê ji bo xelaskirina xwe, ji bo xelaskrina zarokan jî xwe êşandine. Ji ber ku xelas bûne ji PKK’ê re dua dikin.


Bi hezaran kurdên Êzidî niha li qampa newroz jiyan dikin. Ji bo berdewamiya jiyanê ruxmî yê herî zêde êş û zehmetî jiyan kirine jin bûne, yê herî zêde niha di nava xebatên jiyanê de tev digerin dîsa jî jinin. Li gel jinên Êzidî neçar man bi xwe jiyan xwe dawî kirin. Ji bo nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê bi awayekê xwe kuştin. Gelek jin jî ketine nava hewildanê xelaskirina xwe û zarokên xwe. Ji milekî de bawer ne dikirin ku ewê xelas bivin, di miliyê dinê de jî ji bo xelasiyê bi rojan tekoşîn kirine û ji bo ku bighêjin ewlehiyê li berxwe dane. Jinan li ser hestên ku di rê de jiyan kirine û rewşa xweya niha bi minetdariya ji PKK'ê re ji ajansa me ya JINHA yê re axivîn.


' Heya em sax bin emê qenciya wan ji bîr nekin '


Jina Êzidî ya bi navê Aynur Dero êşên xwe yên ji dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê ser wan heya niha vegot. Aynur diyar kir ku deh rojan di çiyan de asê mabûn û pênc rojan  jî di rê de mabûn  heya ku giyane qampa Newroz. Aynur da xwiya kirin ku apê wê û tiyê wê hatine ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin. Aynur da zanîn ku  ew jî  ne çar maye têkeve nava hewildanên xwe xelaskirinê û weha berdewam kir: " Me birçîbûn û tî bûn dît, lê me dîsa ev tehemûl dikir ji ber her ku dihate bîra me emê têkevin destê wan de me li ber xwe dida. Me bawer ne dikir ku emê xelas bivin. Em bi xêra PKK'ê xelas bûn heya em sax bin em vê qenciya wan ji bîr nakin. Niha jî berî ku em têkevin zivistanê emê li vir tedbîrên xwe li hemberî şert û mercên zivistanê bigrin "


' Me fikra ku zarokên me bi destê mêrên DAIŞ’ê bên qetil kirin tehemûl ne dikir '


Jina ciwan ya bi navê  Neam  Hisên Sado dayika sê zaroka ye jî  diyar kir ku ew pênc rojan di rê de mane. Neam da zanîn ku wan gelek zahmetî di rê de kişandiye lê ruxmî wê jî hêviya xelasiyê jiyan dikir. Neam destnîşan kir ku tişta herî zêde zehmetî daye jinan zarokên wan bûye û wiha got: "Li gel ku ya herî zehmet zarok bûn lê ya herî zêde jî dihişt em ber xwe bidin dîsa jî zarokên me bûn. Ji ber me fikra ku zarokên me bi destê mêrên DAIŞ’ê bên qetil kirin tehemûl ne dikir. Ji bo wê jî me mirina xwe dida ber çavan lê ya zarokên xwe ne dida ber çavan. Em niha gelekî rehetin ji ber ku em dizanin em di ciyekî ewle de ne. "


' Bi xêra gelê rojava û PKK'ê em li virin '


Rênas Caso jî jinek ciwane dayika du zarokane. Rênas diyar kir ku ew û zarokên xwe li dawiya her kesê mabûn û got: "Zaroka min a ser destê min ji tî û birçîbûna digiriya. Hindik mabû ji qehran min ew bavêta. Min jî ji tirsa pêxas baz dida. Ewqas tî bûbûm ku bi rê de min hinek qaşlên zebeşa dît û min ew mişt ji bo ku bikaribim hinek tîna xwe bişkînim ku bikaribim baz bidim. Niha jî em li virin û em kêfxweşin ku neketin destê wan de. Li kuderê dibe û çawa dibe bila bibe bes em nekevin destê wan zaliman de. Bi xêra gelê rojava û PKK'ê em li virin"


'Me mirin bi çavê xwe dît '


Jina bi navê Nazdar Xelef jî got: " em di wan çiyayên asê re hatin, me mirin bi çavê xwe dît. Biçûkê min ji tîna beacî, bavê min li wir ma. Birayê min û zavayê me li wir şehîd ketin. Hinek kesên pîr û kal jî li cem me ji tîna û birçîna mirin. Ji meşê û bazdanê lingên me hemû birîn bûn.  Me gelek êş dît em ticar van êşan ji bîr nakin. Li gel wan hemû êşan jî em qenciya PKK'ê jî tucarî ji bîr nakin."


(za/zt)