YJA: Divê jin li pergala hevserokatiyê xwedî derkevin
11:52
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Azad (YJA) destwerdana dewleta Tirk li hevserokatiyê bi "yekperestî, bavkanîtî, israra di mejiyê mêtîngeriyê" de bi nav kir. YJA'yê bang li hemû jinan kir ku xwedî li modela hevserokatiyê derkevin û nerazîbûna xwe li vê destwerdanê nîşan bidin.
Koordînasyona Yekîtiya Jinên Azad (YJA) der barê serlêdanên ji bo betalkirina pekanîna hevserokatiyê ya li Şaredariyên DBP'yî de daxuyaniyeke nivîskî weşan û nerazîbûn nîşan da. Koordînasyona YJA'yê diyar kir ku Walîtiya Amedê ji bo betalkirina biryara Rêvebernameya Xebatê ya Hevserokan a DBP'ê, ku bi namzetên hevserokatiya şaredariyan tevlî hilbijartinên herêmî bû û rêveberiya nêzî 90 bajar û navçeyan bi dest xist, serî li 3. Dadgeha Îdare daye û got, "3. Dadgeha Îdare ya Amedê jî der heqê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariyên Navçeyan de doz vekiriye. Nêzîkatiya saziyên dewleta Tirk ên di vî warî de, nîşaneya mejiyê yekperestî, bavkanîtî û mêtîngerî ye."
Koordînasyona YJA'yê ragihand ku bi têkoşîna veguherînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd a li qada ciakî û siyasî re, paradîgmaya demokratîk, azadîparêziya jinê û ekolojîk bêtir dikeve meriyetê û ev xal destnîşan kir: "Azadiya jinê cewhera vê paradîgmayê ye. Ji xwe mejiyê heyî yê desthilatdariya bavkanîtî, dewletperestî, ancax bi avakirina sîstema tevgera civakparêz a xurt, ku azadiya jinê li navenda xwe bicihkiriye, dikare ji holê bê rakirin. lewma Hevserokatî di vî warî de bi tenê armanc nîne, di veguherîna siyasî û civakî de navgîneke girîng a rolê dileyze ye. Di heman demê de asta ku têkoşîna azadiyê xwe gihandiyê, nîşan dide.
‘Pergal weke şoreşa jinê hat navkirin’
Ji ber vê yekê beşdariya BDP û HDP'ê bi namzetên hevserokatiya şaredariyan li hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê, li gel Kurdistan û Tirkiyeyê di nava raya giştî ay deve û jinên li gelemperiya cîhanê de rê li ber heyecaneke mezin vekiriye. Li nava partiyên din ên siyasî hejmara şaredarên jin bi giştî 14 ye. Lê di nava DBP'ê de li nêzî 90 Şaredariyan sîstema hevserokatiyê tê meşandin. Ev temsîla wekheviyê ya li rêveberiyên herêmî yên DBP'ê de, li çapemeniya derve weke 'şoreşa jinê' hat binavkirin û rêxistinên jinan jî daxwaz li partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê kirin ku sîstema hevserokatiyê bixin meriyetê."
‘Dixwazin herêmên siyasetê li jinan bigirin’
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi modela hevserokatiyê re tê xwestin ku jinên ji aliyê mejiyê bavkanîtî û zayendîperest ve li derveyî siyasetê hatiye cih, weke hêmana bingehîn û aktîf li qada polîtîk cih bigire û hat gotin, "Li gel vê yekê, rola veguherîna qada polîtîk, demokratîkkirina siyasetê, jîndarkirina feraseta polîtîk a xwe dispêre tevlîbûnê, dide jinê."
Koordînasyona YJA'yê da zanîn ku destwerdana di bin navê 'hiqûqê' de li şaredariyên DBP'yî bi rêya walîtî û dadgehan, nîşaneya mejiyê bavkanîtî, yekperestî û mêtîngeriyê ye û got, "Ev yek israra di yekperestiyê de ye, ji ber ku dixwazin tevlîbûn û belavbûna çanda siyasî ya xwe dispêre herêman asten bikin. Israra di mejiyê bavkanîtî de ye ji ber ku li dijî rola çalak a jinê di siyasetê de ne, dixwazin qada polîtîk li jinê bigirin. Israra di mejiyê mêtîngeriyê de ye ji ber ku dixqwzin li dijî vîn û biryarên gelê Kurd, hukmên xwe ferz bikin.
‘Divê her kes xwedî li pergala hevserokatiyê derkevin’
Weke Tevgera Azadiya Jinên Kurd em dixwazin bê zanîn, ku jinên Kurd li her qada jiyanê zaniye xwe biparêze, wê ji niha û pê ev jî xwe biparêze." Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li dijî hiqûqa mêtîngeriyê ku di cewhera xwe de bêhiqûqî ye, ew ê bidin dû sîstema demokratîk a jinan û gelan.
Koordînasyona YJA'yê bang li her kesên dixwazin siyaseta Tirkiyeyê demokratîk bibe û çandeke nû ya siyasî bi pêş bikeve, di serî de jinên Tirkiyeyî bang li raya giştî û hemû hêzê şoreşger kir ku xwedî li modela hevserokatiyê derkevin û nerazîbûna xwe ya li vê destwerdanê nîşan bidin.
(zt)

