Jinên ciwan hemberî çanda tecawîzê meşa bi meşaleyî li darxistin

12:25

JINHA


WAN – Li taxa Xaçortê jinên ciwan li hemberî çanda tecawîzê meşek bi meşaleyî li darxistin. Jinên ciwan diyar kirin ku tayîbetî çanda tecawîzê teyîbetî ser jinan pêşdixin û dê li hemberî vê çandê tekoşînê bikin.


Li taxa Xaçortê ya Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan yên Demokrat û Welatparêz (YDGK-H) yê de li hemberî çanda tecawîzê meşek meşaleyî hat li darxistin. Meşê ji hala sebzeyan despêkir û heya Navenda Çandê ya Nûda berdewam kir. Di meşê de DOKH, Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Wanê, KCD, endamên meclisa şaredariya bajarê mezin û navçeyan û Meclisa Jinên Ciwan jî di navê de gelek welatî beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankarta “Emê bi giyana jinên ciwan yên azad çanda tecawîzê tune bikin” hatibû hildan. Çalakvanên li peyî pankartê de dimeşiyan jî posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alayên KJB û DOKH’ê hildabûn. Meşvanan dem dem siloganên weke “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Dê Kurdistan ji bo DAIŞ’ê bibe goristan” û Jin jiyan azadî” diqêriyan.


‘Çanda tecawîzê xwe li ser jinan dide jiyan kirin’


Piştî meşê ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û li di rêzgirtinê de sîroda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Bi navê jinên ciwan aktîvîsta DOKH’ê Gulşen Turşak daxuyanî xwend û got: “Hem mêrên dewletê hem jî mêrên civakê yên deshilatiya xwe ser jinan didin sepandin.”


Piştî daxuyaniyê din ava ciwanên xwestin rê bigirin û polîsan de rageşî derket. Di rageşiyê de polîsan avaşid, gaza îsotan û guleyên pilastîk gelek bi hêz bi kar anîn. Heya derengiya şevê çalakiyan berdewam kir.


(zt)