Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Silopî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin

12:35

JINHA


ŞIRNEX - Melîsa Dayîkên Aştiyê ya Silopî,  êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên ser kurdên Êzidî û bêdengiya dewletên cîhanê ya li hember van komkujiyan bi daxuyaniyekê şermezar kir.


Li navçeya Silopî ya Şirnexê  Hevseroka Rêxistina PHD'ê Asuman Kulter, Hevşaredara Silopî Emîne Esmer û Hevşaredara Bajarokê Tilqebîn Rebîa Takas jî din av de, bi dehan  Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê li ber avahiya Partiya Herêman a Demokratîk (PHD) hatin cem hev û bi daxuyaniyekê êrîş û komkujiyên  çeteyên DAIŞ'ê yên ser kurdên Êzidî û bêdengiya dewletên cîhanê ya li hember van komkujiyan şermezar kirin. Ser navê Meclîsa Dayîkên Aştiyê Şemsê Kara diyar kir ku, li Şengal û derdora wê çeteyên DAIŞ'ê ser kurdên Êzidî komkujiyan pêk tîne û wiha axivî: "Em wek Meclîsa Dayîkên Aştiyê komkujiyên van çeteyan bi awayekî tund şermezar dikin. Îro çeteyên DAIŞ'ê li ser birayên me yên êzidî komkujiyan pêk tîne û hemû dewletên cîhanê jî bêdeng dimînin. Em vê bêdengiya dewletên cîhanê şermezar dikin. Divê dewletên cîhanê nêzikbûna xwe ya li hember van çeteyan zelal bikin, divê ji me re bibêjin neyar in an jî yar in, da ku em jî li gor nêzîkbûna wan tevbigerin. Ji ber êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê bi deh hezaran Êzidî koçber bûne. Herêma Federal a Kurdistanê ji bo Êzidiyên koçber bûne çareseriyekê pêk ne aîne û Êzidiyên derbasî Bakûrê Kurdistanê dibin, li ser sînor ji aliyê dewleta tirk ve rastî zordariyê tên. Ev nêzîkbûn ne mirovîneye û em vê helwesta wan şermezar dikin."


Daxuyanî bi diruşma  "Bijî berxwedana Şengalê" û çepikan bi dawî bû.


(no/zt)