Şengalî li tesîsên civakî yên Amedê de tên cihkirin
14:23
JINHA
AMED - Beşeke Êzidiyên ku ji Şengalê ji ber êrîşên DAIŞ’ê koç irin, li tesîsên civakî ya aydê Şaredariya Yenîşehîrê a navçeya Çinar a Amedê hatin bicihkirin.
Êzdiyên ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê neçar man koç bikin, yên hatin Amedê li Navenda Çapemeniyê ya Qada Sumer Parqê, Galeriya Hunerê, Odeya Sanayî û Bazirganiyê, Salona Sporê ya Şaredariya Baglarê û Tesîsa Sporê ya Şaredariya Peyasê hatin bicihkirin. Ji bilî hezar Êzidiyên ku berê hatibûn, ji duh de gelek ji Şirnex û Sîlopiyê anîn û li tesîsên civakî ya aydê Şaredariya Yenîşehîrê ya li ser riya Çinarê ye hate bicihkirin.
Bi hewldana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 630 Kurdên Êzidî bi wesayîtan anîn li kampa Şaredariya Yenîşehîrê bicihkirin. Tê payîn ku hejmara kesan di rojên pêş de bigihêje 3 hezarî. Hemû yekineyên şaredariya bajarê Mezin a Amedê di duh de li qada kampê xebatê dimeşînin. Di destpêkê de ji bo 630 Êzdiyê 100 kon hatin avakirin. Di rojên pêş de dê kon bibin 600. Konên tên avakirin jî ji aliyê ekîbek profesyonel tê danîn.
Wezareta Daîreya Tenduristiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li qada kampê revîr danî û hewl dide pirsgirêkên tenduristiyê çareser bikin. Serokatiya Daîreya Xizmeta Civakî ya Şaredariya Amedê destpêkê hewcedariyên malbatan tespît kirin û piştî vê dê xebatkarên civakî ji bo ku welatî travmayê ji ser xwe bavêjin dê xebata psîko-civakî bidin destpêkirin. Li qada ku tê plankirin 3 hezar kes bên bicihkirin de hewcedarî bi xebatkarên civakî heye. Kesên dixwazin bi dildarî bixebitin dikarin serî li serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî a şaredariya bajarê mezin a Amedê bidin.
(zt)

