Dayîkan çalakiya xwe vegerandin gireva birçîbûnê
15:18
JINHA
AMED - Malbatên zarokên wan tevlî PKK'ê bûn û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li ber Walîtiya Amedê çalakiya rûniştinê didomandin di roja 74'emîn de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Malbatên zarokên wan ji ber polîtîkayên neçareseriya pirsgirêka kurd tevlî PKK'ê bûn di 18'ê hezîranê de ji bo çareseriya pisgirêka kurd li Parqa Birdariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin di 74'emîn de çalakiya xwe vegêrandin çalakiya greva birçîbûnê. Malbatan li Parqa Birdariyê daxuyanî dan. Hewildana 78'an a Amedê, ÎHD, Komeleya Çand û Hunerê ya Pîr Sultan Abdal, MEYA-DER, rêveberên PHD'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê dayîkan Şehrîzade Anar daxuyanî xwend û diyar kir ku 74 rojin ligel daxwaza wan a aştiyê heya niha tu rayedar bi wan re hevdîtin nekirin û ji roja wan dest bi çalakiyê kirin heya niha mirin û girtin didomin. Şehrîzade, anî ziman ku ji bo dayîk negirîn kedê didin. Şehrîzade, da zanîn ku ji ber dewletê ew li ber çavan negirtin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya 3 rojan dikin.
'Heya dengê me tê bihîstin dê çalakiya me bidome'
Şehrîzade, bilêv kir ku heya 1'ê îlonê dê di çalakiya greva birçîbûnê de bin. Şehrîzade, destnîşan kir ku heke heya 1'ê îlonê rayedaran bersiva wan neda dê çalakiya xwe bi cureyên din ên çalakiyan bidomînin û wiha got: "Em dayîk in em hîsên dayîkan baş dizanin. Zarokên me tên binçavkirin, tên girtin, tên qetilkirin êdî bila dewlet dengê me bibihîze. Heya dengê me tê bihîstin dê çalakiyên me bidomin." Endamên Platforma Şaxa KESK’ê ya Amedê alîkarî dan çalakiyê û çalakî dewir girtin. îro piştî daxuyaniyê Rêxistina Navçeya PHD’ê ya Peyasê çalakî dewir girtin.
(zt)

