Di serdegirtinên malan yên Amedê de 7 kes hatin girtin
15:29
JINHA
AMED – Li Amedê di binçavkirinên malan de heya niha 7 kes hatin binçav kirin. Hat zanîn ku binçavkirin ji ber îdiaya polîsên van rojan din ava bajar de hatîn kuştin digirin.
Li Navenda Amedê navçeyên Rezan û Yenîşehîrê di saetên serê sibê de ser malan de hatin girtin û heya niha 7 kes hatin binçav kirin. Di serdegirtinên malan de hêzên tayîbet jî cîh girtin. Li navçeya Yenîşehîrê ciwanên bi navê Mehmed Akgok û Suleyman Ayhan, li navçeya Rezan jî Murad Yapsur, Mehmed Şah Selli li gel Murad Çîçek hatin binçav kirin. Du kesên dinê jî yên navê wan nehatin zanîn hatin binçav kirin.
Hat zanîn ku ji ber du polîsên van rojan li nava bajêr hatine kuştin serdegirtin hatine çêkirin.
(zt)
