Ji bo Evrim a YPJ yî mewlud hat dayîn
18:03
JINHA
EDENE – Ji bo Endama YPJ'ê Evîn Taşdelen (Evrîm Amed) ku li herêma Cezaayê de encama pêvçûna bi çeteyên DAIŞ'ê re de jiyana xwe ji dest dabû, mewlud hate dayîn.
Ji bo Endama Yekîniyên Parastina Jinan (YPJ) Evîn Taşdelen (Evrîm Amed) ku di 16'ê tebaxê de li herêma Cezaayê di encama pêvçûna bi çeteyên DAIŞ'ê re de jiyana xwe ji dest da di konê sersaxiyê ya li taxa Kuçukdîkîlî ya Seyhana Edeneyê mewlud hati dayîn. Rêveberên, PHD, HDP, MEYA-DER, TUHAY-DER, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî mewludê bûn. Di mewlûdê de li gel posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Evîn Taşdelen (Evrîm Amed) û Siddik Ogun (Cemal Çatak), alên YPG û PKK'ê hatin daliqandin. Mewlûd, ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê bi deqeyekê rêz hate girtin.
Piştî rêz girtinê bavê Evrîm, Suleyman Taşdelen diyar kir ku keça wî di riya rûmetê de çûya û got ku serê wî bi vê mebestê her tim bilind e. Suleyman di berdewama axaftina xwe de wiha pêt çû: "Ez wan çeteyên DAIŞê lanet dikim. Kes nikare hêza kurdan bi qedîne û xellas bike. Heta ev zorokê me yên bi rûmet hebin, em ê heta dawiyê di têkoşînê de bin."
Piştî axavtinan mewlud hate xwendin û xwarin hate dayîn.
(zt)

