Ji Bazara Jiyan Semtê banga alîkariyê

08:49

Derya Ceylan-Bêrîtan Elyakut / JINHA


AMED – Li Amedê jinên ku li Bazara Jiyan Semtê bazirganiyê dikin diyar kirin ku ew bi karê xwe şanazin. Jinan dan zanîn ku ji bo bi xwe bikarin ser lingên xwe rawestin dê xebatên xwe berdewam bikin û ji bo wê jî ji gel alîkariyê dixwazin.


Bazara Jiyan Semtê berî niha du salan ji aliyê Şaredariya Rezan ve hatibû avakirin. Ji bo jiyana jinan ya bazirganiyê Bazara Jiyan Semtê xwediyê rolek giringe. Her ku diçe hijmara jinên di Bazara Jiyan Semtê de dixebitin zêde dibin. Jinên li wê dixebitin balkişandin ser giringiya karê xwe û bang li hemû jinan kirin bên beşdarî xebatên Bazara Jiyan Semtê bibin.


‘Pirojeya Bazara Jiyan Semtê pirojeyek gelek xweşike’


Sadiye Ceylan ya 35 salî k udi beşa kincan de dixebite diyar kir ku berî vê xebatê ew li tu cihên dinê ne xebitiye û xebata li vêderê di jiyana wê de gelek tuşt daye guherîn û got: “Di serî de em bi awayê kesanî dixebitîn, feyîde û zerera her kesê ya wan bi xwebû. Ji ber baş rêveneçuna karê me, me hewîz avakir. Armanca me mezin kirin û berfirehkirina standêye. Li vêderê herî kêm em beşdarî nava karê bazirganiyê bûn. Ji ber wê jî Bazara Jiyan Semtê pirojeyek gelek xweşike.”


‘Ji firotinê jî sedî 10 qazanc dikim’


Îkram Aktaş ya 42 salî û 2 lawên wê di girtîgehê de jî da zanîn li gel di laşê wê de ramatîz jî heye lê ew neçare bixebite. Îkram anî ziman ku her çiqasî tu dahata wê nebe jî herî kêm rojê bihayê nanekê digihe wan û wiha domand: “Ez li vêderê kincan difiroşim. Ji karê ku dikim sedî 10 qazanc dikim. Ji sedî 10 ne bese lê dîsan jî tekoşînê didim. Ji ber nebûna sermaye em deyînan dikin. Heger sermayeyê me hebana me dê ji sedî 20 heta 30 qazanc kiribana. Lê bi neçarî dixebitîn.”


‘Divê gel zêdetir bên vêderê’


Azîze Cenbey ya 38 salî jî diyar kir ku ev 4 mehe ew li Bazara Jiyan Semtê karê terzîciyê dike. Azîze da zanîn k udi van demên dawî de di stantan de rawestandinek heye û wiha got: “Ez dixwazim karê me baştir biçe û zêdetir gel bên vêderê. Em kar dikin, bila gel jî hinekî hewilbidin bên li gel me tuştan bigirin. Wekedinê em tuştekê naxwazin. Dema ku ew di destê xwe de tuşetê dibim malê gelek şanaz dibim ji ber wê demê hîs dikim ku bi keda destê xwe tuştekê digirim.”


‘Armanca mêran ji kar dur kirina meye’


Guler Deniz ya k udi Bazara Jiyan Semtê de li cihê zebzeyan dixebite anî ziman ku ew gelek caran rastî nêzîkatiyên nebaş yên toptanciyan. Guler destnîşan kir ku dema ew despêkê diçun hala zebzeyan gelek zorî dikişandin û wiha berdewam kir: “Li hala zebzeyan yên zebzeyan difiroşin ji mêran zêdetir bi biha didin jinan. Armanca wan ewe ku em dest ji vî karî berdin. Emê jî ji înada wan bikin û bi serbikevin. Emê li ser lingê xwe bisekinin. Kirîn û firotina me ne gelek başe lê emê dest ji vî karî bernedin. Ji ber wê jî em dixwazin gel bên li vêderê û alîkariyê bidin me.”


(zt)