Pişîka Wanê hatiye girtina bin ewlehiyê

11:42

Bêrîvan Sumer / JINHA


WAN – Ji bo ku pêşî li tunekirina nesilê pişîka Wanê bê girtin Prof. Dr. Abdullah Kaya diyar kir ku wan di Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê de Navenda Lêkolîn û Lêpirsînê ya Pişîka Wanê vekirine. Abdullah da zanîn ku dîroka pişîka Wanê heya beriya mîladê diçe û got: “Ji bo ku nesilê pişîka Wanê tune nebe ji sala 1992’an heya niha xebatên ser wê berdewam dikin.”


Di rastiya xwe de pişîka Wanê û cudahiya rengên çavên wê cureyek yê pişîkane. Bi tayîbetî jî ew pişîk sipîne û rengê çavên wan bi sê rengan cuda dibin. Çavên pişîkê her dem yek çav şîne û yê dinê jî lig ora rengên dinê tê guherîn. Dema ku ferxikên wan nû çêdibin jî çavên wan cudane. Dema ku ferxikên wan çêdibin piştî 25 rojan rengê çavên wan cuda dibin û piştî 40 rojan jî nû rengê çavên wan tam diyar dibin. Din ava her du guhên wan de yek yan jî du xalên reş hene. Pişîkên ku ew yek yan jî du xal li nava her du guhên wan reş piranî ferxikên wan bi çavekê çêdibin û ew xalên reş weke mohra yek çaviya pişîkan tê zanîn. Dema ku saetên rojê dirêj dibin bi wêre di hişê pişîkan de herêma hipotalamus cuda dibe û FSH dest bi çêbûna hormonan tê kirin. Di wan deman de demê cotbûna wane. Ji wê demê re weke demê hêrsbûna wan dibêjin.


Pişîkên Wanê her sal din ava sibat, adar û hezîranê de demê hêrsbûna wan despêdike. Ev peryod heya 10 rojan berdewam dike. Dema k udi nava wê hêrsbûnê de ducanî bibe, piranî wê salê carekedinê hêrsnabe. Pêvajoya ducanîbûna wan heya 62 rojane. Di dema ducanîbûnê de piştî meha yekem zigê wan mezin dibe û di wê pêvajoyê de nahêle tuştek bigihe bi zigê wan re. Di pêvajoya ducanîbûnê de zêdetir daxwaza wan ya heskirinê pêşdikeve. Pişîkên Wanê jî weke pişîkên dinê di dema ducanîbûnê de piştî meha yekem li cihek tarî û ji ber çavan dur digerin û dixwazin li cihên tarî bizên. Piştî zayînê ew baxê navbera zigê wan û ferxika wan de diqete. Pişîk 50 heta 60 rojan ferxika xwe dimêjîne. Lê carnan ev dem dikare kin yan jî dirêj bibe. Mudurê Navenda Lêkolîn û Lêhurbûnê ya Pişîka Wan ya Zanîngeha Yuzuncu Yil’ê ya Wanê  (YYU) yê Pro. Dr. Abdullah Kaya pişîka Wanê vegot.


‘Xwezaya Wanê Serhede’  


Abdullah balkişand ser xwezaya Wanê û wiha got: “Wan cihekî gelek kevnare ye dîroka wê heya demên pir kevin diçe. Her dem di aliyê çanda turîzmê de dewlemend bûye, ji ber wê jî cihek wihaye divê mirov lê bigere.” Abdullah destnîşan kir ku di dîrokê de Wan bûye payîtexta Urartuyan, sazumaniya Tuşba û Kelha Wanê, nîvgirava Akdamarê, Şelaleya Bêgirê heya benda masiyan Wanê gelek xweşikbûn di nava xwe de hewandine. Abdullah derbirî ku yek ji xweşikbûnên Wanê yên ku mînakên wê di cîhanê de nîne jî pişîka Wanêye, ji ber wê jî ji bo Wanê pişîka Wanê giringe û wiha domand: “Wan di aliyê dîrok, çand û turîzmê de cihek yê mirov lê bigeriye. Xwezaya wê Serhede.”


‘Li ser şîr û mertalan wêneyê pişîka Wanê heye’


Abdullah bilêvkir ku dîroka pişîka Wanê digihe beriya mîladê û wiha berdewam kir: “Gelek çîrok û got gotên ser pişîka Wanê hene. Li gorî hinek gotinan pişîka Wanê ji çiyayên Altayan hatiye. Lig ora hinekan jî pişîka Wanê li Wanê hatiye dunyayê, mezin bûye û zêde bûye. Her du jî hîpotezin. Teqezkirina wan ne gengaze. Lê dîroka wê xwe dispêre demek dirêj. Di demên Hîtîtan de wêneyê pişîka Wanê ser mertalên wan hebû. Dema ku Romayî hatine van herêman girtine wêneyê pişîka Wanê ser şur, mertal û alayên wan jî hebûye.”


‘Hesdike û hestiyare’  


Abdullah derbirî k udi cîhanê de gelek cureyên pişîkan hene, lê tayîbetiyên pişîka Wanê yên cuda hene. Abdullah belkişand ser cudahî û teyîbetiyên pişîka Wanê û pêde çu: “Gelek tê heskirin û ji heskirinê tejiye û heta hinek caran gelek nazdare. Cureyek yê pişîkan yê guh dide xwediyê xwe, zu dikare bê perwerdekirin û dikare bi xwediyê xwe girêdanên hestiyarî çêke. Pişîka Wanê dikare ji xwediyê xwe bixeyîde û vê bi hemû endamên malbatê bide hîskirin. Pişîka wanê bi rengê xwe yê sipî û çavên xweyên renga reng di cîhanê de mînakên wê nîne. Ji ber wê jî pişîka Wanê din ava pişîkên cîhanê de xwediyê tayîbetiyên cudaye.”


‘Hewil tê dayîn safbûna wan bê parastin’


Ji bo ku pêşî li tunekirina nesilê pişîka Wanê bê girtin Prof. Dr. Abdullah Kaya diyar kir ku wan di Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê de Navenda Lêkolîn û Lêpirsînê ya Pişîka Wanê vekirine. Abdullah da zanîn ku dîroka pişîka Wanê heya beriya mîladê diçe û got: “Ji bo ku nesilê pişîka Wanê tune nebe ji sala 1992’an heya niha xebatên ser wê berdewam dikin. Li Wanê her ku diçe hijmara pişîka Wanê kêm dibe. Lê Navenda Lêkolîn û Lêpirsînê ya Pişîka Wanê hijmara wan zêde dike û hem jî hewil dide safbûna wan biparêze. Di vê mijarê de ferqêdebûn jî zêde dibe.”


‘Di aliyê turîzmê de jî xwediyê giringiyek mezine’


Abdullah anî ziman k udi aliyê turîzmê de jî pişîka Wanê xwediyê giringiyek mezine û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Her kesên tên Wanê pişîka Wanê dibîne û li tayîbetiyên wê dinêrin. Girêdayî wê hinek tuştan hîn dibin û wiha ji vêderê diçin. Ev jî nîşanî me dide k udi aliyê turîzmê de jî xwediyê fîgorek giringe. Di aliyê turîzmê de xwediyê giringiyek mezine û dê di pêşerojê de jî zêdetir aliyê wê yê turîstîk derkeve pêş.” Abdullah diyar kir ku ji bo mirovên ji dervetên ji hev cudakirina pişîkên Wanê yên nêr û mê ne zore û got: “Ji ber pişîka nêr hinekîdinê li gorî ya mê qebeye. Pişîka mê jî hinekî dinê nazik, narîn û kêm şer dike.” Di dawiyê de Abdullah wiha domand: “Divê nirxê pişîka Wanê bê zanîn. Ez dixwazim her kes bi vê hesasyetê li hemberî pişîka Wanê tevbigerin. Divê derketina pişîkê ya ji derveyî bajê bê qontrolkirin. Her kesên ku mereqbikin pişîka Wanê bibînin bên Wanê wê bibînin. Heger her kesên ku bên Wanê pişîkek ya Wanê bibin ev tê wateya qedandina xweşikbûna vêderêye.


 (zt)