Li Amedê cenazeyê Serdar Demir hat veşartin

13:00

JINHA


AMED - Cenazeyê Serdar Demîr ê kul i perava Kumburgazê ya Stenbolê bi 3 hevalên xwe re di deryayê de winda bûn anîn Amedê û li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Ji bo birayê Demîr, Dogan ê ku winda ye jî li cem gora wî.gor hate kolandin.

Cenazeyê Serdar Demîr ê ku bi birayê xwe Dogan Demîr û 3 hevalên xwe re li Stenbolê di deryayê de winda bûn anîn Amedê li vir piştî nimêje li Mizgefta Yenîkoyê li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Gelek welatî parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka PHD’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut û rêveberên PHD’ê jî beşdarî merasîma cenaze bûn. Li cem gora Serdar Demîr, malbatê ji bo kurê xwe yê din Dogan Demîr jî gorekî vala kolan. Piştî cenaze hate definkirin malbat û welatî ji goristanê veqetiyan û çûn Mala Şînê ya Gundê Tekîranê ya Pasûrê.


Malbata  Serdar Demir dê sê rojan li vir sersaxiyan qabûl bikin.


(zt)