Hevserê jina ciwan S. A. 5 caran hewildaye wê bikuje
13:51
JINHA
KOBANÊ– Jina bi navê S.A. ya 18 salî di nava 3 mehên zewaca xwe de, 5 caran bi mirinê re rû bi rû ma. Hevserê S.A. yê bi navê C.H. ku nexweşiya hêrsbûyînê pêre ye, 5 caran hewl da ku hevsera xwe bikuje.
piştî ku bi îrada xwe bi kesê navê wî C.H yê 31 salî re zewicîbû diyarkir ku piştî zewiciye ji aliyê hevserê xwe ve rastî 5 hewildanên kuştinên hatiye, ji ber wê jî ji Dadgeha Edalet û Aştiya Civakî û alîkariyê piştevanî xwest. Jina bi navê S.A. ya 18 salî, di meha sibatê ya 2014’an de li bajarê Kobanê li ser daxwaza xwe bi kesê bi navê C.H. yê 31 salî re zewicî. Lê di roja 3’yemîn a zewaca xwe de fêr bû ku hevserê wê ev 10 sal e nexweşê asabiyê (hêrsbûyîn) ye û dermanan bikar tîne, lê dema bandora dermanan diçe, wekî dînan nêz dibe.
‘Hewilda kum in ji ban bavêje’
Li gorî agahiyên ku S.A. dane, C.H. her cara ku bandora dermanan xilas dibe, hêrsa xwe li wê tîne. Lewre jî S.A. tenê 3 mehan karîbû zewicî bimîne û veqetiya. S.A. destnîşan kir ku di nava 3 heyvan de hevserê wê 5 caran hewl daye ku wê bikuje. S.A. wiha dom kir: "Cara yekemîn qirika min şidant û xwest min bikuje. Cara duyemîn mazot bi ser min de rijand ku min bişewitîne. Cara sêyemîn jî ava kelandî bi ser min de kir. Cara çaremîn xwest ku min di derencê de bavêje û cara dawî jî hewl da ku min ji ser banê xanî bavêje.”
‘Ez û hevserê xwe ji hev veqetiyan’
S.A. anî ziman ku her cara hevserê wê êrîş dikir, bi derfetên xwe ji destê wî xilas bûye û reviya ye. S.A. destnîşan kir ku li ser van nêzîkahiyan piştî 3 mehan xwestiye ku ji hevserê xwe veqete û wiha got: “Lê hevserê min, bi şertê ku ez li pêşiya malbatê bêjim ku bi daxwaza xwe vediqetim û doza tu mafekî nakim, ev daxwaza min qebûl kir. Li ser vê yekê min jî qebûl kir û em veqetiyan.”
Piştî veqetînê S.A. vegeriya malbata xwe û di Komeleya Jinebiyan a Rohilat a Kobanê de dest bi xebatê kir. S.A. got ku wê xwestiye bi vî rengî alîkariya jinan bike. S.A. di vê navberê de jî li Dadgeha Edalet û Aştiya Civakî derbarê hevserê xwe de doz vekir. Doza hîn berdewam dike.
(zt)

