Dayîkên Aştiyê: Aştî bi tekoşînkirinê gengaze
14:05
JINHA
AMED - Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê yên Amedê têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanî dan û diyar kirin ku heya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azade nebe baweriya bi aştiyê nayê û ji bilî azadiya wî tu geşedanên din qebûl nakin.
Dayîkên Aştiyê yên Amedê têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê li avahiya saziyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li ser navê dayîkan Berdevka Demê ya Meclîsa Dayîkên Aştiyê Hanîfe Akpolat daxuyanî xwend û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê li hemberî kurdan ên ku ji bo aştiyeke bi rûmet û demokrasiyê li Rojhilata Navîn têkoşînê didin komkujiyan pêk tînin di şexsê kurdan de pêşiya meşa gelan a azadiyê asteng dikin.
‘cejna azadiya kurdan dê bi azadiya Rêber Apo bê xemilandin’
Hanîfe, anî ziman ku PKK, YPG û YPJ'ê yên li Rojava, Kobanê, Şengal û Mexmûrê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têkoşînê didin li hemberî modernîteya kapîtalîst temîna modernîteya demorkatîk, Kurdistana xweser a demokratîk û aştiyê ne û wiha got: "Ji Kobanê heya Hewlêrê, ji Mahabatê heya Amedê cejna azadiya kurdan dê bi azadiya Rêber Apo bê xemilandin."
'Heye Serokê me azad nebe em baweriyê bi aştiyê naynin'
Hanîfe, da zanîn ku heya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe ew baweriyê bi aştiyê naynin û ji bilî azadiya wî tu pêvajoyên din qebûl nakin. Hanîfe, bilêv kir ku aştî jî weke şer dê bi têkoşînê pêk bê û di her dawiya şerekî de aştî pêk tê û dê ji bo vê yekê têkoşînê bikin.
(zt)

