Li Şengalê çalakiya gerîlayên YJA STAR: 5 çete hatin kuştin

14:09

JINHA


ŞENGAL - Gerîlayên YJA STAR'ê roja 28'ê Tebaxê li gundê Xanê yê li ser rêya Şengal-Mûsilê çalakiyek lidar xistin û di encamê de 5 çete hatin kuştin.


Fermandariya Şengalê ya YJA STAR'ê da xuyakirin ku gerîlayên YJA STAR'ê di êvara 28'ê Tebaxê saet di 19:00 de li nêzî gundê Xanê yê li ser rêya bejahî ya navbera Şengal û Mûsilê, li hemberî konvoyeke çeteyên DAIŞ'ê çalakiyek lidar xistine.


YJA STAR'ê ragihand ku di vê çalakiyê de 5 çete hatine kuştin. Hat diyarkirin ku di çalakiyê de wesayîteke çeteyên DAIŞ'ê hatiye rûxandin, 2 wesayît jî hatine derbkirin. YJA STAR'ê da xuyakirin ku ew ê der barê detayên çalakiyê de dûre daxuyaniyekê bide.


(zt)