Komalên Jinên Kurdistanê hat îlankirin

14:23

JINHA


BEHDÎNAN - KJB'ê di 7. Kongreya xwe ya Awarte ya meha Gulanê de, li ser bingeha rêxistinbûyîna sîwan a Konfederal a YJA de biryara birêxistinbûyînê dabû. Tevgera Jinên Kurd tespît kir ku YJA di asta nav de dorteng e û bi têrkerî bersivê nade rêxistinbûyîna sîstema konfederal û biryar da xwe weke Komalên Jinên Kurdistanê birêxistin bike. KJK'ê, ji qada herêmî heta asta gerdûnî bal kişand ser girîngiya sazîbûna hevpar, pratîkbûyîn û rêxistinbûyîna li ser bingeha polîtîk û îdeolojîk a azadiya jinê.


Konseya Rêveber a KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Rastiya; sedsala 21'an wê bibe sedsala azadiya jin û gelan, xurtir dibe. Gel, bawerî, jin, zarok, ciwan, civak û çandên li Rojhilata Navîn bi gefa tinebûnê re rû bi rû ne."


Konseya Rêveber a KJK'ê da xuyakirin ku pêşketinên li Rojhilata Navîn derketine holê, gefeke cidî li yekdestiya kapîtalîst a mêr dixwin û diyar kir ku bi dagirkeriya Mûsilê ji aliyê DAIŞ'ê ve, pêvajoyeke nû ku jiyana jinên Kurd eleqedar dike derketiye holê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî ku Mûsil û hin cihên din dagir kir, qanûnên destpêkê yên jiyana jinê ji nû ve rêk û pêk dike, xistin meriyetê. Ya ku bi qanûnên derveyî mirovahiyê û derveyî serdemê tê xwestin bê têkbirin, ya ku tê xwestin bê kolekirin, bê bidestxistin, bi gel jinê nirxên civaka demokratîk e" hat destnîşankirin ku bi hewldanên tinekirina şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê derket holê, bi êrîşên li Mûsil û li Şengalê li dijî Kurdên Êzidî û jinan tê xwestin ku derb li meyla jina azad a bi têkoşîna azadiya jinê derketiye holê û ji Kurdistanê belavî Rojhilata Navîn dibe, bê xistin.


‘Dê tekoşîna me di her aliyê jiyanê de bi hêz bibe’


Konseya Rêveber a KJK'ê da zanîn ku rastiya DAIŞ'ê şoreşeke dijber a li hemberî şoreşa civakî, demokratîk a bi pêşengiya jinê bi pêş dikeve ye û ev xal destnîşan kir: "Hêzên modernîteya kapîtalîst, bi rêya dûvikê xwe yê li Rojhilata Navîn maşîna mirinê DAIŞ'ê, baweriyan qetil dike, êrîşî çandên herêmî dike, dest diavêje mafên jiyana civakan û jinê weke xenîmeta şer dibîne.


Rojhilata Navîn, li gel şerekî giran ê tê jiyîn di heman demê de veguheriye navendeke ku lê çareserî dikare peyda bibe. Ji ber vê yekê hemû hêzên global, herêmî û civakî neçar mane bi awayekî çalak di nava vê pêvajoya dîrokî de cih bigirin. Di ji nû ve birêxistinkirina Rojhilata Navîn de hêzên hegemon ên navendî, li ser bingeha berjewendiyên xwe bi sererastkirin û hevsengiyên nû re hewl didin temenê xwe dirêj bikin. Hêzên demokratîk ên xwedî vîn û îdîaya bûyîna hêmanên modernîteya demokratîk jî ji bo ji nava vê rewşa kaotîk bi encameke bi kêrî gelan were derkevin, di nava lêgerîn û têkoşîneke girîng dene. Hêza ji nava rewşa krîz û kaosê ya Rojhilata Navîn derket holê û xwedî şensê herî mezin e, hêzên civaka demokratîk in. Çareseriya Modernîteya Demokratîk ku Rêbertiya me weke rêya sêyemîn pênase kir, pêkanîna Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn jî ji xwe re dike armanc. Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn, ji bo xwe îfadekirina herî baş a gel û hemû beşên civakê yên rabûne ser piyan, weke alternatîfa çareseriyê rê li ber pêşketinan vedike. Rewşa xetimandî ya yekdestiya mêr a kapîtalîst dijî, nuqteyên xetmandî yên dewletperestiya netewe û nerazîbûna li rewşa komkujî û kaosî ya bi gelan dide jiyîn, pêşketinên nêrîna Apoyî derxistine holê weke rêya sêyemîn bûey bingeha pêşketina modernîteya demokratîk."


‘Emê vê sed salê bibin sed sala jinan’


Konseya Rêveber a KJK'ê ragihand ku modernîteya kapîtalîst, li pêşberî jinên hişyar û zanebûne xwedî şensekî zêde yê jiyanê nîne û got, "Têkoşîna jina azad a Kurdistanê, di sedsala bîst û yekan de bûye rastiyeke hêviya mirovahiyê. Hêza dînamîk a bingehîn a ku li Rojhilata Navîn di nava potansiyela jinê de rê û xeta rizgariya jinê ya herî aram destnîşan dike, bêguman dînamîka Jinên Kurd e. Baştir xuya dibe ku jinên li herêmê, ji sekna pêşeng a jinên Kurd hêz û îlhameke cidî digirin. Asta li derveyî sîstemê ya jinên Kurd hem li qada leşkerî gerîla, hem li qada polîtîk hem jî li qada îdeolojîk bi dest xistiye, ji vê hêvî û bendewariyan re dibe çavkanî. Performansa jinên kurd a li qada siyaseta demokratîk û li qada parastinê, vê yekê xwedî dike. Herî dawî bi berxwedana YPJ (Yekîneyên Parastina Jinê) ya li şoreşa Rojava de diyar bû ku hişmendiya azadiyê ya jinê bi paşve nakeve. Her wiha hêzên me yên YJA STAR'ê yên li Şengal, Mexmûr, Kerkûk û li gelek qadên din cih girtin, li dijî komkujiyên jinê û polîtîkayên qirkirinê bûne hêvî. Mezinkirina vê hêviyê veguheriye armanca hevpar a hemû tevgerên jinê yên li Rojhilata Navîn."


‘Emê pêşeroja xwe bi azadiyê avabikin’


KJK’ê wiha berdewam kir: “Bi qasî ku pisgirêkên azadiya jinê, derkevin holê, divê  nîqaşkirina riyên çareseriyê û qadên pêkanînê bên pêşxistin. Di vî alî de rêxistibûna jinê ya di qada siyasî, çandî, civakî, çandî, ekolojîk, etîk, aborî, parastina xweser, hişmendiya xweser a dîplomasiyê, îradeya xweser û rêxistina xweser gelek girînge. EmÊ eniya yekitiya demokratîk a jinan jî pêş bixin û vê serdemê bikin serdema jinan. Bi vê biryar û têkoşînê emê xwedî li peywir û berpirsyariyên xwe derkevin. Emê bi civakîbûnê pergala demokratîk, jiyana demokratîk pêş bixin. Di xebatên qada civakî de, bi qasî bihêzkirina înşakirina nû, divê embiçin nûbûna terz û xete çalakiyek nû. Bi qasî  pêşxistina çalakyên xwe yên demokratîk, divê feraseteke çalakî û parastina xweser eya ku hemû aliyên netewe demokratîkbûnê dihundirîne bê pêşxistin.


Em ê têkoşîna hevdîtina bi Rêber Apor re ya di atmosfereke azad de bilind bikin û biguherînin serkeftinê. Em ê di rastiya biryarbûna  bi Jina azad re ber bi jiyana azad, pêşeroja xwe bi awayekî azad ava bikin. Bi vê biryar û îdîayê  re îlankirina rizgariya demokratîk û pergala jiyana azad û navê wê KJK’ê bila li hemû jinan û gelan pîroz be. Em bang li her kesî dikin ku di bin  KJK’ê de bên cem hev û xwe rêxistin bikin.”


(zt)