Zarokê di hovîtiya Şengalê dayîk û bavê xwe wendakirî jiyana xwe ji dest da
14:40
JINHA
DÊRIK – Zarokê ku di hovîtiya çeteyan a ser Şengalê de dayik û bavên xwe winda kiribûn û piştî çend rojên li ber germa dijwar ji aliyê YPG’ê ve hatibû rizgarkirin, ji ber bandora germê jiyana xwe ji dest da. Zarokê ku navê nedihat zanîn, lewre jî navê Rojava lê hatibû kirin, beriya niha jî bînahiya çavên xwe winda kiribû.
Zarokê bi navê Rojava nêzî 10 roj beriya niha ji aliyê hêzên YPG’ê ve il çiyayê Şengalê bi tena serê xwe û li ber mirinê hatibû dîtin. Zarokê ku navê wî nehat zanîn ji ber ku gelekî li ber germê mabû, gelekî bêhal mabû, lewre bi lezgînî rakirin Nexweşxaneya bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê.
Zarok berî bimire êdî roniya çavê xwe jî wenda kiribû
Piştî ku ew rakirin nexweşxaneyê hate xuyakirin ku temenê wî 4 sal e û nexweşiyeke zayînê pêre heye. Xebatkarên nexweşxaneyê li vir navê Rojava li zarok kir û dermankirina wî domandin. Di 18’ê tebaxê de bînahiya çavên xwe winda kir.
Dê cenazeyê wî li goristana Êzidiyan ya Tirbespiyê bê veşartin
Zarok Rojava şevê din li nexweşxaneyê ji ber bandora germbûna di hundirê bedena wî de çêbûye, di encama rawestîna dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Rojava wê îro bibin kampa Newroz ku penaberên Şengalê lê ne û piştî merasima li vir hate lidarxistin, wê bibin bajarê Tirbespiyê li goristana êzidiyan were veşartin.
(zt)

