18 Jinên ciwan tevlî YPJ'ê bûn
14:48
JINHA
HESEKÊ - 18 Jinên ciwan ku dewreya perwerdeya leşkerî bidawî kirin, tevlî refên YPJ'ê bûn. Beriya mehekê Akademiya Şehîd Salana a bajarê Hesekê ji 18 jinên ciwan re dewreyeke perwerdeya leşkerî destpê kir.
Navê Şehîd Evîn li dewreyê hate kirin. Dewre bi merasîmekê bidawî bû. Merasîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Fermendara YPG/YPJ'ê Nûjîn Dêrik rewşa dawî ya herêmê nirxand û bal kişand ser rola hêzên wan di parastina rawa de. Nûjîn Dêrik da zanîn ku bi berxwedana şervanên YPG/YPJ li eniyên şer dîroka lehengiyê hate nîvisandin.
Di dawiya axavtina xwe de Nûjîn bang li hemû jinan kir ku tevlî perwerdeyên leşkerî bibin û erka parastinê bicih bînin.
(zt)
